Tirkiyê bersiva gotinên nûnerê Çînê yên derbarî Rojavayê Kurdistanê de da

Nûnerê Daîmî yê Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Feridun Sinirlioglu di Encûmena Ewlehiyê ya NYê de axivî û bersiva Geng Shuang da.

22.12.2022, Per - 10:22

Tirkiyê bersiva gotinên nûnerê Çînê yên derbarî Rojavayê Kurdistanê de da
Nuçe Belav bike

Di civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) de nûnerê Çînê, Tirkiye bi êriş û gefxwarina operasyeneke bejayî li dijî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê tohmetbar kir û Nûnerê Daîmî yê Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Feridun Sinirlioglu ji ber tohmetan nerazîbûna xwe li hemberî nûnerê Çînê nîşan da û ew tohmet red kirin.

Cîgirê Nûnerê Daîmî yê Çînê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Geng Shuang duh di lûtkeya li Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya bi mijara Sûriyê de, Tirkiye tohmetbar kir û got ku "Tirkiyê çendîn caran êrîşên asmanî birin ser bakurê Sûriyê, ew der topebaran kir û wê derê tehdîd dike ku ji bejayê ve operasyonê bibe ser" û bang li Tirkiyê kir ku "demildest van êrîşan bi dawî bike".

Nûnerê Daîmî yê Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Feridun Sinirlioglu di Encûmena Ewlehiyê ya NYê de axivî û bersiva Geng Shuang da.

Feridun Sinirlioglu got, "Mafê ti welatekî nîne ku di rûbirûbûna terorê de dersan bide me. Îro dema ku em sînorên xwe diparêzin û xelkê xwe diparêzin, hinek alî wî mafî di xwe de dibînin, ji mere bêjin çi bikin yan çi nekin, lê em vê yekê red dikin.”

Sinirlioglu destîşan kir, Tirkiye ji biryardariya xwe nayê xwarê û got: “Ji bo parastina gelê xwe û pêkanîna ewlehiya sînorên xwe dê li ser avêtina her gavê berdewam e.”

Herwiha Sinirlioglu, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi parçekirinê tohmetbar kir û got: "PKK/YPG/HSD zextê li ser xelkê çêdikin û xebata parçebûnê dimeşînin. Di bin navê rûbirûbûna DAIŞê de piştgiriya vê rêxistina terorê kirin, berî her tiştî li dijî biryara Neteweyên Yekbûyî ya parastina yekparçeyîya axa Suriyê ye."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 219 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:03:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x