Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de derbarê 100 kesî biryara desteserkirinê hat dayîn û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî hat desteserkirin.
“Em vê bêhiqûqiyê red dikin”
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi rêya hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî van desteserkirinan da û got:
“Em vê bêhiqûqiya ku li dijî îradeya gel hatiye kirin red dikin û bi tundî şermezar dikin.”
"Em dixwazin Ekrem Îmamoglu demildest were berdan"
Tuncer Bakirhan xwest ku Îmamoglu û kesên din bên berdan û wiha got:
“Em wekî DEM Partiyê li dijî hemû cor zextên li ser siyaseta demokratîk radiwestin.
Em radigihînin ku em li gel xelkê Stenbolê û hemû beşên ku li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasiyê didin in.
Em dixwazin Ekrem Îmamoglu û hemû kesên ku hatine desteserkirin demildest werin berdan.”
Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de derbarê 100 kesî biryara desteserkirinê hat dayîn.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî hat desteserkirin.
Li ser Ekrem Îmamoglu dest bi lêpirsîneke duyem jî hat kirin û ew bi “PKK/KCKyê” re hat têkildarkirin.
Serokê Şaredariya Şişliyê ya Stenbolê Resul Emrah Şahan, şêwirmendê Îmamoglu yê çapemeniyê Murat Ongun, rojnameger Îsmaîl Saymaz û Serokê Şaredariya Beylîkduzuyê Murat Çalik jî hatin desteserkirin.
Li hêla din, Stasyona metroyê ya Taksîmê jî bi biryara Parêzgariya Stenbolê hat girtin û dê sefer neyên kirin.
Parêzgariya Stenbolê di navbera 19-23yê Adarê de civîn û xwenîşandan qedexe kirin.