Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê duh ragehand, “Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Imamoglu hatiye rawestandin.”
Ew biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê di demekê de ye ku, ev çend roj in piştî binçavkirina Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Imamoglu ji aliyê Hikûmeta Tirkiyeyê ve, li Stenbolê û çend parêzgehên din ên Tirkiyeyê xwenîşandanên berfirehtir ên cemawerî çê bûne.
Ji bo kontirolkirina xwenîşandanan jî, Tirkiyeyê hemî xwenîşandan û kombûn ji bo dema çar rojên din jî qedexe kirine, tevî ku berî hingê jî qedexe ji bo dema çar rojan ragehandibû.
Di ser qedexeya xwenîşandanan li Stenbolê û çend parêzgehên din re, xwenîşandan berdewam in û bi gotina Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê, heta niha nêzî hezar xwenîşanderan hatine binçavkirin.