Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser Bendava Tişrînê daxuyanî da

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku ew rewşa radestkirina Bendava Tişrînê ya Hikûmeta nû ya Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopînin.

25.04.2025, Cum - 10:46

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser Bendava Tişrînê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Berdevk û Şêwirmendê Ragihandinê yê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zekî Akturk roja pêncşemê civîna heftane ya agahdarkirinê saz kir û derbarê pêşhatên dawî yên li herêmê zanyarî dan.

Çend roj berê balagfirên artêşa Tirkiyeyê li hinek deverên di nava axa Herêma Kurdistanê de belavok avêtibûn û di wan belavokên bi zimanên cuda de banga xwe radestkirinê li gerîlayên PKKyê kiribû.

Zekî Akturk li ser pirseke derbarê wan belavokan ragihand ku ew bi avêtina wan belavokan hewl didin berpirs û endamên PKKyê ji bo çekdanîn û fesixkirinê teşwîq bikin û got:

“Bi armanca ku em ji wan re bibêjin take çare xweradestkirina edaleta Tirkiyeyê ye, belavokên ku bi zimanên Kurdî, Tirkî û Erebî hatine amadekirin, ji hewayê ji bo qadên niştecihbûnê yên rêxistinê yên li bakurê Îraqê tên avêtin.”

Akturk derbarê Bendava Tişrînê ya li başûrê Kobaniyê ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bû û piştre biryar hatiye dayîn bi peyamanekê li gel birêvebiriya nû ya Sûriyeyê bi hevbeşî bê birêvebirin jî axivî û anî ziman:

“Çavkaniyên li Sûriyeyê yên Sûriyeyiyan in. Di vê çarçoveyê de rewşa radestkirina Bendava Tişrînê ya Hikumeta nû ya Sûriyeyê ji nêzîk ve tê şopandin.”

Akturk diyar kir ku bi mêhvandariya Urdinê 9ê Adarê di navbera Tirkiye, Îraq, Suriye û Libnanê de civînek di asta wezîran de hatiye kirin.

Di wê civînê de welatên beşdar li hev kiriye ku di rûbirûbûna li dijî DAIŞê de piştgiriya Sûriyeyê bikin.

Berdevk û Şêwirmendê Ragihandinê yê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zekî Akturk da zanîn:

“Di çarçoveya daxwazên Hikûmeta nû ya Sûriyeyê de û bi yekdengiya dewletên pêwendîdar, di mijara avakirina navendeke operasyonê ya hevbeş de lihevkirin hatiye kirin.

Ji bo Navenda Operasyonê ya Hevbeş ya ku tê plankirin li Sûriyeyê bê avakirin, bi beşdariya welatên pêwendîdar civînên teknîkî berdewam dikin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 82 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:49:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x