Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê bi sê mercan bangî PKKyê kir

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler bangî PKKyê kir û got, "Tu dê fesix bikî. Çekan deynî. Xwe radest bikî. 3 merc hene."

24.04.2025, Per - 09:51

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê bi sê mercan bangî PKKyê kir
Nuçe Belav bike

Yaşar Guler di resepsiyona Parlamentoyê ya  bi helkefta salvegera 105an a vebûna Parlamentoya Tirkiyeyê û de bersiva pirsên rojnamegeran da.

Guler li ser pirseke derbarê leşkerê ku roja 22yê Nîsana 2025an li herêma operasyona Pence-Kilîdê ji aliyê PKKyê ve hatiye kuştin got:

"Em ji bo Tirkiyeya bê teror hewldanên xwe didomînin. Înşalah em dê bigihin armanca Tirkiyeya bê teror.

Di vê navê de doh dronek avêtin û ew jî hat li leşkerê me ket. Me ew bir nexweşxaneyê lê me ew rizgar nekir.”

Yaşar Guler li ser pirsa “Di mijara Tirkiyeya bê teror de em ji aliyê beramber gotinên wekî 'pêwîstîyên pêvajoyê ' dibihîzin. Tê îdiakirin ku dê Birêveberiya Hewlêrê di pêvajoya çekdanînê de xwedî bandor be. Nerîna we ya li ser çawaniya çekdanînê çi ye?" jî got:

"Mercên ku me berî niha gotine derbasdar in. Tu dê fesix bikî. Çekan deynî. Xwe radest bikî. 3 merc hene."

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê di bersiva pirseke din a derbarê "cihê ku gerîlayên PKKyê dê çekên xwe radest bikin" jî got: “Ew dê ji wan re bê gotin."

 

Vî nûçeyê tevayî: 97 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:23:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x