Zelenskyy: Ez dê roja pêncşemê li Tirkiyeyê li benda Putin bim

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku ji bo bidawîkirina şer, ew li benda agirbesteke tam û mayînde ne û wiha got, "Ez dê roja pêncşemê li Tirkiyeyê li benda Putin bim."

12.05.2025, Pts - 11:35

Zelenskyy: Ez dê roja pêncşemê li Tirkiyeyê li benda Putin bim
Nuçe Belav bike

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy  di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li ser hesabê xwe yê Telegramê de pêşniyaza Serokê Rûsyayê Vladimir Putin a 15ê Gulanê domandina mizakereyên li Stenbolê nirxand.

Zelenskyy  bi bîr xist ku wan pêşniyaz li Rûsyayê kir ku ji sibe û pê ve agirbesta tam û mayînde were pêkanîn û wiha got:

"Ji sibe û pê ve em li benda agirbesta tam û mayînde ne ku ji bo pêkanîna zemîna dîplomasiyê pêwîst e."

Zelenskyy  bal kişand ku ew dê 15ê Gulanê li Tirkiyeyê li benda Putin be û wiha got:

“Ez ê roja pêncşemê li Tirkiyeyê li benda Putîn bim. Wekî şexsê xwe.

Hêvî dikim ku Rûs dê vê carê li hincetan negerin."

Pêşniyaza Putin

Putin di civîna çapemeniyê ya li Moskowayê de axivîbû û bal kişandibû ku wan pêşniyaz kir, mizakereyên ku rayedarên Kyivê di dawiya sala 2022yan de navber dabûnê, ji nû ve bên destpêkirin û wiha gotibû:

"Em pêşniyaz dikin, li cihê ku mizakere lê pêşdatir nîvçe mabûn, li Stenbolê, mizakereyên rasterast nexasim jî bi awayekî bêyî pêşmerc û her wiha demildest bên destpêkirin."

 

Vî nûçeyê tevayî: 91 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:03:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x