Nêçîrvan Barzanî diçe Silêmaniyê
Bi mebesta gotûbêjkirina pirsa avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ku ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo avakirina hikûmeta nû hatiye erkedarkirin, dê îro bi serokatiya şandeke PDKê biçe bajarê Silêmaniyê.<.
Li gor çavkaniya zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, biryar Nêçîrvan Barzanî pirsa yekalîkirina postên hikûmeta nû ligel berpirsên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gorran gotûbêj bike.
Serdana Nêçîrvan Barzanî bi mebesta yekalîkirina pirsa avakirina hikûmeta nû ye û li gor zanyariyên Rûdawê dê ligel Berpirsê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa û berpirsên bilind ên YNKê bicive.