Her miletekî cîhanê semboleke neteweyî heye û ew jî ala wî miletî ye. Ew sembol yan jî al civakekî, nîştîmanekî û cografyayekî destnîşan dike, ku di heman demê de dibe nîşana cudahiya di navbera milet û komelgehan de.
Çawa mirovek bê nav nabe milet jî bê al nabin.
Al nîşana milet û welatan e.
Herweha al rûmet û şerefa miletan bi xwe ye!
Belê çawa ku malbat û aîle bê mal û xan nabin, welat jî bê al nabin!
Al nîşana azadî û serketinê ye.
Eger neteweyek nikaribe ala xwe li ser cografya û axa xwe hilde jor û bilind bike ew milet ne azad e. Eger li ser axa miletekî alayeke din hatibe hildan, yanî ew milet ne azad e, bindest e û mafên wî ên rewa hatine binpê kirin. Îro xweşbextane, brayên me li başurê welatê me di bin sîbera ala rengîn de dijîn. Jibo vê roja hanê bedelên giran dan, bi sedan hezar brayên me şehîd bûn, bi sedan hezar bûn penaber û derbeder jibo armancekî pîroz. Jibo ku bikaribin li ser axa xwe bi şêweyeke azad li bin sîbera vê alaya hanê de bijîn. Tenha hejandina alaya rengîn dikare bibe nîşana azadiyê. Lewra divê brayên me bi taybetî jenerasyona nû rêzê li vê rewşê bigrin, ku ew dikarin seranserî başûrê welatê me de alaya rengîn li ser ezmanên Kurdistanê bilind û berzkirî bibînin.
Wek cenabî serok Barzanî jî di rojên derbazbuyî de fermoyî;
“Kesên ku bindestî nedîtine, ji grîngiya azadiyê fêm nakin!”
Ke wate, kesên ku bê al nejiyabin, grîngiya alaya rengîn jî nizanin...
Kesên ku grîngiya alaya rengîn nizanibin, ew ji dîroka kurd û Kurdistan fêm nakin.
Jiber ku alaya rengîn xwedî dîrokek kevnar e, em dikarin bêjin 100 sal berî nuha hatiye dîzayn kirin. Hê di destpêka salên 1900-î de fikir û raman li ser vê ala hanê çêbûye. Yekem car sala 1920-an de ji teref “Kürt Teali Cemiyeti” yanî ji aliyê Cemiyeta Bilindkirina Kurdan ve bi reng û dîzayn hatiye çêkirin. Tê gotin ku alaya rengin yekem car sala 1921-an di serhildana Koçgirî de hatiye bi kar anîn. Hîç tê de guman nîne ku ev ala sala 1925-an di serhildana Şêx Seîd de bi destê mefrezeyên Şêx Abdullah Melakanî hatiye berz kirin. Heman ala cara pêşiyê sala 1927-ê ji aliyê rêxistina Xoybûnê û Celadet Alî Bedir-Xan ve bi awayekî resmî hatiye qebûl kirin û di serhildana Agirî de ji sala 1927-an heta 1930-î li ser çiyayê Agirî wek sembola tevgera azadîxwaz ya miletê kurd hatiye berz kirin.
Alaya rengîn,
yanî berzkirin û hejandina wê li ezmanên Mehabadê, paytextê komara Kurdistanê.
Alaya rengîn,
yanî helwêsta pêşewa Qazî Muhemmed, gava ko bêbextî hate ser Komara Kurdistanê wî alaya rengîn bi destên xwe radestê serokê nemir Mistefa Barzanî kir û got:
“Ez vê alaya hanê emanetê te dikim, ez dizanim ku tu dê bikaribî xwedî li vê alayê derkevî û li hemû deverên Kurdistanê berz û bala bikî.”
Her ew alaya rengîn bu sembola şoreşa Îlonê..
Belê, çi gotinek rast û durist kiriye cenabî pêşewa Qazî Mihemmed. Ew ala îro bi saya xebata dûr û dirêj ya serokê nemir li parçeyeke welatê me hatiye hildan û bûye sembola azadiyê. Divê ala me jibo me giranbiha be, li hemû cejn u bîreweriyan de were hejandin…. kuçe û kolanên me bi alaya rengîn werin xemilandin. Divê ji bîra me neçe, şehîdên me jî jibo berzkirina vê alaya hanê şehîd bûne, rêzgirtina vê alaya hanê di heman demî de rêzgirtin e jibo şehîdan. Şehîdên tevgera azadîxwaz ya miletê kurd tenha yek hedef û armanca wan hebû, berzkirin, bilindkirin û hejandina alaya rengîn li ser tevaya cografya Kurdistanê, li ser keleh û bircan, li ser dam û dezgehên Kurdistanê.
Îro em bi şêweyekî zelal dibînin çawa miletê kurd bi pêşmergeyên qehreman di şerê li hemberî Daişê de li seranserî cîhanê deng daye.Pêşmerge bûye sembola parastin, medeniyet û stargeha mirovayetiyê. Di heman demî de hemu cîhan dibîne ka çawa alaya rengîn di sengerên şerî de hatiye berz kirin û bûye sembola qehremaniyê û çawa pêşmerge di bin sîbera vê alaya hanê de zora dijminê dirinde dibe. Çendîn mirov pesnê alaya rengîn bide, û rola wê dubare bike her kêm e.
Xwedîlêderketin, rêzgirtin û dîsan rêzgirtin ji bo alaya rengîn. Digel vê rastiyê jî ku me li jor rêz kir, hinek alî bi navê kurdan derketine û bêrêziyê li hemberî alaya miletê me ya pîroz dikin. Ne tiştekî seyr e ko ev kes di heman demê de redda sirûda netewî ya miletê kurd jî dikin. Înkara dîroka kurdan dikin, înkara tevaya serhildanên kurdan dikin. Bi ya wan, dîroka kurdan ji wan destpê kiriye. Yanî ew ne bes tenê redda alaya rengîn dikin, herweha ew înkara tevaya hêjayiyên kurdan dikin.
Redda hêjayiyên Kurdistanê ew gihandine qonaxekî ku dibin asteng di pêşiya serxwebuna Kurdistanê de.
Bila li vê derê aşkera bibêjim: PKK û hemu rêxistinên bi wê ve girêdayî îdia dikin ko ev ala tenê alaya başûrê Kurdistanê ye. Min di gotara xwe de behsa wê yekê kir ko cara pêşiyê rêxistina Xoybûnê û Celadet Alî Bedir-Xan û hevalên wî sala 1927-ê ev ala bi awayekê resmî qebûl kirine. Çawa ko berdirxaniyan rojnameya Kurdistanê li Qahîreyê derxist û ew bû milkê hemu miletê kurd li hemu parçeyên Kurdistanê wisa jî alaya rengîn ya ko bedirxaniyan û Xoybûnê amade kiriye bûye milkê pîroz yê hemu miletê kurd li hemu parçeyên Kurdistanê.
Em spasiya Komara Kurdistanê li Mehabadê dikin ko ev alaya rengîn wekî alaya xwe qebûl kiriye.
Em spasiya Barzaniyê Nemir û başûrê Kurdistanê dikin ko ev alaya rengîn wekî alaya xwe qebûl kirine.
Em spasiya xelkê şerefmend yê rojavayê Kurdistanê dikin ko vê alaya rengîn wekî alaya xwe qebûl dikin û li dijî alayên hizbî yên hêzên dî derdikevin.
Em spasiya xelkê şerefmend yê bakurê Kurdistanê dikin ko hêdî-hêdî li xwe vedigerin û careka dî xwedîtiyê li alaya xwe ya rengîn dikin, xwedîtiyê li alaya Xoybûnê dikin û xwedîtiyê li alaya Celadet Alî Bedir-Xan dikin.
Ev ala alaya hemu Kurdistanê û hemu miletê kurd li her deverê ye.
Bijî miletê kurd
Bijî Kurdistan
Bijî alaya pîroz ya hemu Kurdistanê
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.