Halkların kardeşliği değil Kürtlerin birliği gerekiyor...

K24 TV\'de bir programa katılan KDP-T sözcüsü Rojhat Amedi, Kürtlerin diğer haklarla kardeşliği değil, kendi içinde birlik olmaları gerektiğini belirtti.

Rojhat Amedi

09.10.2016, Paz | 08:33

Halkların kardeşliği değil Kürtlerin birliği gerekiyor...
Makaleyi Paylaş

Rojhat Amedi\'nin Kürtçe olarak yaptığı söyleşide şu ifadelere yer verdi...

Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiyê Rojhat Amedî bûye mêvanê K24an û rewşa bakûrê Kurdistanê nirxand. Amedî behsa pirsa kurdî û riyên çareseriya wê kir. Amedî ji ber rewşa niha ya li bakûrê Kurdistanê him siyaseta PKKê him jî ya Tirkiyê rexne kir û got: “Me bi hev re encama siyaseta şîdetê ya PKKê dît. Kurd pêrîşan bûn, Kurdistan wêran bû. Helbet di xilasbûna pêvajoya aşîtiyê de para Tirkiyê jî heye. Lewra Tirkiyê jî wacibên xwe bi cih neanîtin.”

Amedî ji bo safîkirina pirsgirêka kurdî konsepta PDK-Tê jî wiha îzah kir: “Ji roja damezrandina PDK-Tê vir de me tûnd û tûjî red kiriye. Em dixwazin ku çareserî di nava siyasetê de pêk were. Ji bo siyasetê jî lazim e aşîtî hebe. Lê ev jî bi tena serê xwe têrê nake. Divê pêşî partiyên kurdî di nava xwe de piştre jî bi hev re yekrêziyekê çêkin.” Amedî di axaftina xwe de gotinên Ehmedê Xanî jî bi bîr anî û got: “Keşmekeşiya nava kurdan ne meseleya îro ye. Helbestvanê kurd Ehmedê Xanî jî 300-400 salan berî niha ev rewşa hanê ya kurdan di helbestên xwe de nivîsiye û ji kurdan xwestiye ku bibin yek.”

Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiyê Rojhat Amedî ji bo yekrêziya mala kurdî wiha pê de çû: “Hinek alî (ku em navê wan jî bidin) HDP û PKK ne yekîtiya kurdan biratiya gelan diparêzin. Ya rast em jî ne li dijî biratiya gelan in lê ji me re pêşî yekîtiya kurdan lazim e. Heke na, em nikarin li ser hêzên desthilatdar bandorekê pêk bînin.”

Amedî şerta yekîtî û yekrêziya li bakûrê Kurdistanê wiha îzah kir: ” Ji bo ku yekrêzî û yekîtiya kurdan çêbe divê em berjewendiyên netewî bidin pêşiya berjewendiyên partiyên xwe.”

Amedî di dirêjiya axaftina xwe de bal kişande ser tecrûbeya başûrê Kurdistanê û got: “Heta 20 salan berî niha di siyaseta cîhanî de qanaetek hebû. Digotin kurd nikarin xwe bi xwe birêve bibin. Lê kurdan li başûrê Kurdistanê nîşan da ku kurd dê bikaribin xwe bi xwe îdare bikin. Îro demokrasiya li Başûr, li gelek dewletên herêmê jî nîn e.”

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
13496 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:11:49:38
x