Agirbesta di nava DYA û Tirkiyê de, gotara weshandinê

Kurd ji vê “rêkeftinê” re dibêjin agirbest, Tirk jê re dibêjin “navber”, di tekst de hem têgeha “ragihandinê” û hem jî ya “navber” (madde 11,12) heye. Ev ne peymaneke ronî û zelal e, agirbesteke yekalî û demkî ye. Herwiha bo Kurda firsendeke biçuk û demkî ye, lê ji şirovekirinê û nîqaşa re pir(r) vekiriye. Dergê misogeriya êrişan ji Tirkiyê re vekiriye.

Celalettin Kartal

22.10.2019, Sal | 18:13

Agirbesta di nava DYA û Tirkiyê de, gotara weshandinê
Nêrîn Belav bike

Agirbest an naveber?

Tozek şirkovekirin li ser “agirbesta” nava DYA û Komara Tirkiyê.

Agirbest ji aliyê herdû dewleta ve ne jidil (ciddî) hatiye girêdan. Ne peyama wê zelal e, ne jî naverok û têgehên (gotin, peyv, beje) wê, Ew ne li gor Yasaya Navdewletî hatiye amadekirin. Herdû alî jî nakokin di derbarê Yasaya Navdewletî de. Agirbest zêdetir di berjewendiyê Tirkiyê de ye. Nayê pêşbînîkirin ku ev agirbest wê bibe bingeha rêkeftineke jidil an na. Herçiqas navê wê “agirbest” jî Tirkiyê jê re dibêje „navber“. Bi ihtimaleke mezin êrîşên Tirkiyê wê li ser Rojava berdewam bin. Trump nexwestiye zirarê bide Tirkiyê û qaşo berjewendiyê wê.

Agirbest û naveroka wê

Kurd ji vê “rêkeftinê” re dibêjin agirbest, Tirk jê re dibêjin “navber”, di tekst de hem têgeha “ragihandinê” û hem jî ya “navber” (madde 11,12) heye. Ev ne peymaneke ronî û zelal e, agirbesteke yekalî û demkî ye. Herwiha bo Kurda firsendeke biçuk û demkî ye, lê ji şirovekirinê û nîqaşa re pir(r) vekiriye. Dergê misogeriya êrişan ji Tirkiyê re vekiriye.

Têgehên wek “mafên mirovan”, “hay jêhatineke gewre” (“maximum care”) hem ji aliyê Amerika ve û hem ji aliyê Tirkiyê ve ne wek hev tên têgihiştin. Têgeha “terorizm” di Yasaya Navdewletî de tune ye. Ev têgeh li Tirkiyê hertim li gor berjewendiyên wê tê şirovekirin û bikaranîn.

Dîsa(n) li gor vê agirbestê pişkinina (kontrola) “navça aram” (safe zone area) tenê dikeve destê Tirkiyê. Bo Kurd û hemû pêkhateyên “navça aram” xala metirsîdar ev e. Li gorî agirbestê divê herdû alî jî (Tirkiyê, DYA) çekên PYD yên qurs (“heavy weapons”, madde 9) kom bikin û tune bikin. Nexe hemû pêkhate û Kurd yên vê deverê dikevin bin (jêr) metirisiyeke gewre û desthilatdariya Tirk. YDA xwe ne garantorê, lê wek navbeynkar dibîn e, anî heta radayekê xwe dûrî keşeyê dihêle. Agirbest behsa “parastina axa NATO” (“protecting NATO territories”, madde 3) dike û netewên (gelên) ku qaşo di bin hereşê de ne (madde 3). Gelek têgeh û gotinên din jî ji şivorekirinê re vekirî ne.

Ev agirbest di berjewendiyê kî de ye?

Ev rêkeftin di berjewendiyê herdû aliya de ye. Di berjewendiyê Kurd û pêkhatên din de ye, ji ber ku henasê (nefes stendineke kurt) dide hêza şerkerên wan, herwiha firsendê dide koçber û awarên heremê ku an vegerin ciyê xwe an biçin heremên din.

Lê Kurd û pêkhatên din kontrola navça aram ji dest didin (madde 7, 10), heger ev rêkeftin esas û pîvan bibmîn e.

Eşkere ye ku rêkeftin zêde di berjewendiyê Tirkiyê de ye. Mînak hinek xalê wê yên sereke nûn e. Bê baweriye ku Tirkiyê jidil pabendî vê agirbestê an rêkeftinê bimîn e.

Garantor kî ye? Ev “rêkeftineke yekaliye”. “Rêkeftinê yekalî” hertim ciyê nîqaşa ne, kêşa dirust dikin, lê pirsgirêkan çareser nakin. Çiqas peyman û rêkeftin tevlîhevî bin hewqas dibin sedama pirsgirêkan. Behsa dagirkirina axa Suriyê ji aliyê Tirkiyê ve, binpêkirina Yasaya Navdewletî û komisyoneke pişkininê bo navça aram û deverê din nak e. Ne kufş e ma Federasyona Rusyayê wê vê agirbestê pesend bike na.

Ma YDA dikaribû agirbestek an rêkeftineke din ku zêdetir di berjewendiyê Kurd û pêkhatên din de be girê bide? Herê. Jiber ku hevsarê aboriya Tirkiyê di destê YDA de ye.

Ma çima YDA agirbesteke wiha bi Tirkiyê re girê neda? Trump ne dixwest fihsara qurs û gewre (mezin û giran) li ser Tirkiyê bi karbîn e. Bi herhal nama wî ya 09.10.2019a nivîseke ne jidil û piştî heman demê hatiye amadekirin û tenê ji bo bergiriya wî ye.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2645 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:55:25
x