Di êrîşeke DAIŞê de 2 çekdarên Seraya Selam hatin kuştin

Grûpa Seraya Selam a ser bi Tevgera Sedr ve ragihand ku li sînorê parêzgeha Selahedîn rûbirûyê êrîşeke çekdarên DAIŞê bûne û di wê êrîşê de du çekdarên wan hatine kuştin.

25.07.2022, Pts - 07:26

Di êrîşeke DAIŞê de 2 çekdarên Seraya Selam hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Seraya Selam di daxuyaniyekê de eşkere kiriye ku çekdarên DAIŞê li qezaya Samera ya parêzgeha Selahedînê êrîşek kirine û hêzên wan jî bersivsa wan dane û di navbera wan de şer derketiye.

Li gor daxuyaniyê êrîş li taxa Nehwe ya nav bajarê Samera çêbûye û di encama pevçûnan de du çekdarên wê grûpa Şîe hatine kuştin.

Hatiye ragihandin ku çekdarên bi navên Qasim Şilage û Mûhened Şîhab ên Seraya Selam hatine kuştin.

Li sînorê qezaya Samerayê mezarên du îmamên Şîeyan hene; mezarên Îmam Hesen Eskerî û Elî Hadî Kurêtî ku wek îmamên dehem û yazdehemîn ên Şîeyan tên naskirin.

Grûpa Seraya Selam û çend grûpên din ên çekdar ên Şîeyan li wî sînorî herdu mezarên Şîeyan diparêzin.

Seraya Selam grûpeke çekdar a ser bi Tevgera Sedr ve ye û biryaran ji rêberê wê tevgerê Muqteda Sedr werdigre

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 438 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:41:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x