Bi serpereştiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û bi beşdariya hin tevgerên siyasî, hevpeymaneke hilbijartinan a bi navê “Hevpeymaniya Avakirin û Bipêşvebirinê” hat avakirin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îraqê hinek partî û tevgerên siyasî yên li Îraqê, ji bo beşdariya hilbijartinên parlamentoyê ku tê plankirin meha Çiriya Paşîn werin kirin bi serpereştiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî “Hevpeymaniya Avakirin û Bipêşvebirinê” ava kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Hevpeymaniya Avakirin û Bipêşvebirinê de hat gotin:
“Li gorî soza ku me daye gelê xwe, ev hevpeyman ji bo parastina hebûn û serweriya saziyên dewletê, misogerkirina bipêşveçûna domdar û temamkirina bernameya avakirin û reformê ya ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye destpêkirin, hatiye avakirin.”
Hat diyarkirin ku Hevpeymaniya Avakirin û Bipêşvebirinê dê li ser xurtkirina aboriya neteweyî, temamkirina projeyên stratejîk, bipêşvebirina jêrxanê, xurtkirina pêwendiyên herêmî û navneteweyî û parastina ewlehî û aramiyê bisekine.
Di agahiyên derbarê saziyên siyasî yên di hevpeymanê de cih digirin de hat diyarkirin ku partiya Sûdanî ya bi navê Tevgera Furateyn, Hevpeymaniya Peymana Neteweyî ya Serokê Heşda Şebiyê Falih Feyad, Hevgirtina Niştimanî (Weteniye) ya Serokwezîrê berê Eyad Elawî, Hevpeymaniya Afirîneriyê ku Waliyê Kerbelayê Nusayf Xetîbî serpereştiya wê dike, Civaka Welatê Sumeran a ku Wezîrê Kar Ehmed Esedî serokê wê ye, Civaka Nifşan û Hevpeymana Çareseriyên Neteweyî di hevpeymanê de cih digirin.
Li Îraqê hilbijartinên parlamentoyê dê 11ê Çiriya Paşînê werin kirin.
Hevpeymaniya bi serpereştiya Sûdanî bû hevpeymaniya siyasî ya yekem a ji bo hilbijartinan.