Ebadî: Wê qrîz kurtir bibe!

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di axafina xwe de ragihand ku eger deriyên sînor ê Tirkiyeyê ku petrol derbas dibe neyên kontrolkirin wê krîz kurtir bibe.

30.10.2017, Pts - 12:19

Ebadî: Wê qrîz kurtir bibe!
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya ku ofîsa çapemenî ya Serokwezîrtiya Iraqê'de hatiye belav kirin, Heyder Ebadî bi Wezîrê Derve yê Îngîltereyê Borîs Johnson re bi telefonê axivîn. Ebadî ji Johnson re gotiye: "Divê hêzên federal deriyên sînor ê Tirkiyeyê ku petrol derbas dibe têxe bin kontrola xwe. Eger ev pêk neyê wê krîz kurtir bibe."

Her wiha Heyder Ebadî di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Rêvebiriya Herêma Kurdistanê di vê mijarê de lezgîn tevnagere û em naxwazin xwîn were rijandin û rewş aloz bibe. Hikûmet û hinek çapemeniya Hewlêrê hêzên iraqî teşwîqî kuştinê dikin. Em dixwazin hemû iraqî di welat de bi aştî bijîn. Ev jî bêyî hêzeke xurt ku nehêle rewş aloz bibe nabe."

Li gorî ofîsa çapemeniyê, wezîrê îngîlîz piştgiriya gavên hikûmeta Ebadî kiriye û dîsa jî xwestiye bi hikûmeta Hewlêrê re têkevin diyalogê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1556 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:17:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x