Çarçoveya Hevahengiyê: Derxistina yasaya petrol û gazê çareseriya pirsgirêkên Bexda - Hewlêrê ye

Hêzên di nav Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîe de, di civîna xwe ya ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî tê de amade bû, tekezî li ser girîngiya derxistina Yasaya Neft û Gazê kirin.

03.06.2025, Sal - 11:36

Çarçoveya Hevahengiyê: Derxistina yasaya petrol û gazê çareseriya pirsgirêkên Bexda - Hewlêrê ye
Nuçe Belav bike

Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Iraqê (INA) daxuyaniya dawî ya civîna şeva borî ya Çarçoveya Hevahengiyê belav kir. Civîn li mala Serokê Tevgera Hîkme ya Niştimanî, Emar Hekîm, û bi amadebûna Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî birêve çû. Di civînê de behsa pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de, pêşhatên siyasî, kêşeyên xizmetguzariyê û hilbijartinan hate kirin. ji bo çareserkirina 

Derbarê pirsa mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de, Çarçoveya Hevahengiyê destnîşan kir, "pêwîst e ji bo her pirseke niştimanî li ser bingeha destûrê û li gorî biryarên dadgehê tevger bê kirin."

Herwiha hate ragihandin, hikûmeta federal israr dike li ser parastina mafên hemû welatiyan û hewl dide hemû astengiyan ji holê rake.

Di civînê de, careke din tekezî li ser pêwîstiya derxistina Yasaya Neft û Gazê hate kirin û ev yasa weke "çareseriya bingehîn ji bo pirsgirêkên aloz û hilawîstî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de" hate binavkirin.

Çarçoveya Hevahengiyê herwiha tekez kir, divê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê di dema xwe ya diyarkirî de bên lidarxistin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 114 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:31:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x