Ebadi: Divê Iraq referanduma Kurdistanê wek tehdîd nebîne

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna ligel grûba PDKê de ragihand ku divê Bexda referanduma Kurdistanê wek tehdîd nebîne.

12.05.2017, Cum - 06:15

Ebadi: Divê Iraq referanduma Kurdistanê wek tehdîd nebîne
Nuçe Belav bike

Grûba Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlamentoyê bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re civiya. Li gorî zanyariyan di rojeva herdu aliyan de pêwendiyên Hewlêr û Bexda, referandum, rewşa Şingalê û hebûna PKKê ya li herêmê hatiye nirxandin.

Şevê din grûba PDKê li Parlamentoya Iraqê ku ji Serokê grûba PDKê Erefat Kerem, parlamenter Eşwaq Caf, Viyan Dexîl, Sîrwan Sîrî, Erdelan Nûredîn, Hakim Serhan û Osman Dokî pêk dihat, ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kom bûn.

Parlamenterê PDKê yê Parlamentoya Iraqê Osman Doskî derbarê hevdîtinê de got: "Di civînê de behsa rastkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, mijara referanduma Herêma Kurdistanê hat kirin. Heyder Ebadî ji me re got ‘Herêma Kurdistanê ji bo encamdana referandumê bi rijd e, nabe Bexda weke mijareke metirsîdar li referandumê binere."

Doskî got: "Ebadî ji me re diyar kir ku aloziya di navbera PKKê û Tirkiyeyê de bandor li Iraqê jî kiriye. Herwiha amaje bi wê yekê kiriye ku pirsgirêka PKKê pirsgirêkeke navxwe ya Tirkiyeyê ye. Divê PKK here nav axa Tirkiyê pirsgirêka xwe çareser bike."

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1848 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:29:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x