Ehmed Eskerî: Şirketên Tirk çek dane Tirkmenên Kerkûkê

Endamê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî diyar kir ku şirketên Tirkiyeyê yên li Kerkûkê kar dikin, çek dane Eniya Tirkmen û Heşdî Tirkmen û got; "Yasa li hemberî wan bêdeng e ku bi navê şerê DAIŞ'ê çek dane wan."

07.11.2017, Sal - 08:38

Ehmed Eskerî: Şirketên Tirk çek dane Tirkmenên Kerkûkê
Nuçe Belav bike

Eskerî axaftina xwe wiha domand; "Li gel ku yasayê ji bo her kesê di warê hilgirtina çekê de bi cih bînin, li ser mijara çekên bêdestûr, wesayîtên cam reş û wesayîtên bê plaqe ku hemû derveyî yasayê ne. Em li gel vê yekê ne ku yasa li hemberî her kesî bê cudahî weke hev be."

Eskerî diyar kir ku niha li Kerkûkê çek li gel gelek kesan hene û wiha pêde çû; "Nabe ew hêzên ewlehiyê yên li Kerkûkê di warê pêkanîna yasayê de cudabûnê bikin. Niha çek li gel gelek kesam hene. Divê bigirin. Lê ji ber ku her yekî navek ji aliyekî wergirtiye, nabe yasa negirin."

Endamê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî diyar kir ku şirketên Tirkiyeyê yên li Kerkûkê kar dikin, çek dane Eniya Tirkmen û Heşdî Tirkmen û got; "Şîrketên Tirkiyê yên li Kerkûkê kar dikin çek dane Eniya Tirkmen û Heşdî Tirkmen. Dema yasayî ya karkirina wan şirketan ji bi dawî bûye. Yasa jî li hemberî wan tiştekê nake. Hinek çekdar hene, bi navê Heşdî Wetenî ku Sune ne û xelkê Hwîce ne. Ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê çek dabûn wan. Ji aliyê Iraqê ve hatibûn perwerde kirin. Divê evane jî çekên xwe danin. Ji ber ku tenê ji bo şerê DAIŞ'ê hatibûn bi çek kirin. Li gorî yasayê pêwîst e çek ji van kesan were girtin. Yê yasa li hemberî wan tiştekê nake."

Endamê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî herî dawî got; "Li hinek taxên Kerkûkê hêzên ewlehiyê hatine gulebaran kirin. Heya ziyan ji gihandiye wan. Ev ji bûye sedem ku hêzên polîsên federal û dije terora Iraqê gumana li hin cihan bikin û biparêzin. Evane ligorî agahiyên polîsên Kerkûkê ne."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1363 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:44:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x