Fuad Husên diçe Îranê: Mijar partiyên Rojhilatê Kurdistanê ne

Fuad Husên diyar kir ku Îraq li ser cîbicîkirina rêkeftina ewlehiyê ya bi Îranê re bi biryar e û ji bo vê yekê jî dê sibê biçe Tehranê.

12.09.2023, Sal - 17:02

Fuad Husên diçe Îranê: Mijar partiyên Rojhilatê Kurdistanê ne
Nuçe Belav bike

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên û Wezîrê Karên Dervê yê Awusturyayê Alexander Schallenberg li Bexdayê civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xist.

Fuad Husên li ser gefên Îranê yên li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê û rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Îraq û Îranê de axivî.

Husên tekezî li ser wê yekê kir ku Destûra Îraqê rê nade ti alî ku axa Îraqê bikar bînin û êrişî welatên ciran bikin.

Herwiha Husên bi bîr xist ku hebûna hinek rêxistinan ên li herêmê vedigere 40-50 sal berê.

“Em jî gefên li ser serweriya Îraqê red dikin”

Husên amaje bi wê yekê jî kir ku pêwendiyên Îraqê yên Îranê re bihêz in û ev pêwendî rê li ber bikaranîna tundûtûjiyê digire û wiha axivî:

“Îraq red dike ku axa wê ji aliyê hinek grûpan ve ji bo êrişî Îranê bikin bê bikaranîn. Em jî gefên li ser serweriya Îraqê red dikin.”

Husên diyar kir ku Îraq "pabendî rêkeftina bi Îranê re ye ku komên çekdar ji bo kampên durî sînor bên veguhestin.”

Husên da zanîn ku ew dê sibê biçe Tehranê bike û li ser cîbicîkirina rêkeftinê ve gotûbêj bikin.

Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlekariyê ya Netewî ya Îranê Elî Şemxanî û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim El-Erecî 19ê Adarê li Bexdayê bi amadebûna Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî peymaneke ewlehiyê îmze kir.

Di peymanê de ji Îraqê tê xwestin ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bên bêçekkirin û li kampên dûrî sînor bên bicihkirin.

Serfermandarê Hêzên Çekdar ên Îranê General Mihemed Baqirî 11ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de gefa wê yekê xwaribû ku eger heta meha Îlonê ev rêkeftin neyê cîbicîkirin, ewê bi tundî partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên ku kampên wan li Herêma Kurdistanê hene bikin armanc.

Li aliyê din, Fermandarê Operasyonan ê Sûpaya Pasdaran Abbas Neylfiroşan gefên li ser Herêma Kurdistanê dûbare kir û got:

“Eger rêkevtin bi vî awayî neyê cîbicîkirin, ji bo ku em ewlehiya xwe misoger bikin, em neçar in vegerin rewşa berî rêkeftinê.”

Herwiha rayedarên Îranê ragihandin ku wan heta 19ê Îlonê dem daye Îraq û Herêma Kurdistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 384 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:02:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x