Graham û Rubio: Vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê dê gelê Kurd bixe metirsiyê

Senatorê Komariyan Lindsey Graham rexne li biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê digre û weke xeletiyeke "weke xeletiyên Obama" bi nav dike.

20.12.2018, Per - 05:47

Graham û Rubio: Vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê dê gelê Kurd bixe metirsiyê
Nuçe Belav bike

Li ser biryara îdareya Trump a derbarê vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, karvedanên li ser asta cîhanê ciyawaz bûn, li Amerîkayê jî beşek ji senator û kongresman rexne li vê biryarê digirin

Lindsey Graham yek ji wan kesan e ku bi tundî li dijî biryarê sekinî. Biryara vekişandina "hêza biçûk" a Amerîkayê ji Sûriyê weke "xeletiyeke gelek mezin a weke xeletiyên Obama" bi nav kir. Herwiha ragihand: “DAIŞ li Sûriye û Iraqê bi dawî nebûye.”

Graham dibêje: “Serok Trump karekî rast dike ku hewla sekinandina hejmûna Îranê dide. Lê vekişîna ji Sûriyê wan hewldanan qut dike û hevpeymanên me ku Kurd in, dixe metirsiyê.”

Senatorê Komariyan Lindsey Graham, siyaseta Amerîkayê ya li Sûriyê weke "aloz" bi nav dike û dibêje ku ev dê bibe sedema wê yekê ku welatiyên Amerîkayê li herêmê zêdetir bikevin metirsiyê.

Lindsey Graham vê pêngava îdareya Trump weke sedema wê yekê dibîne ku xewna vegera DAIŞê li herêmê zêdetir bike.

Senatorê Komariyan Marco Rubio jî dibêje ku bi awayekî bilez vekişîna ji Sûriyê dê bibe sedema wê yekê ku Kurd û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) şerê dijî DAIŞê bi dawî bikin û "Sûriyê bidin destê dijminê herî mezin ê Îsraîlê".

Marco Rubio vê biryarê weke "xeletiyeke metirsîdar" bi nav dike û dibêje ku "dê encam û bandoreke xirab li ser Amerîka û Îsraîlê çêbibe, tenê DAIŞ, Îran û Hizbullah qezenc bikin".

Îro Serokê Amerîkayê Donald Trump di twîteke xwe de ragihand: “Me li Sûriyê DAIŞ têk bir, ku di dema serokatiya min de yekane sedema mana hêzên me bû li wî welatî.”

Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê ragihand, ku di şerê dijî DAIŞê de alîkariya YPGê dikir.

Rayedarekî Amerîkayê ji ajansa nûçeyan a Reutersê re ragihandiye ku Waşinton li ser bingeha wê biryarê tevdigere ku di peywendiya telefonî ya navbera Donald Trump û Recep Tayyip Erdogan de li ser vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê biryar hatiye dayîn.

Nêzîkî du hezar leşker û şêwirmendên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê hene, ku di şerê dijî DAIŞê de piştevaniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dikin. Tirkiye jî li dijî hevahengiya Amerîka û YPG ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1336 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:30:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x