Heşdî Şabî hewl dide ku li Xurmatû parêzgare Kurd ji kar dur were xistin

Li gorî ragihandinan hat zanîn ku Heşda Şeibî dixwaze kesekî turkmen li şûna qaymeqamê kurd yê bajarê Xurmatû dayne.

28.11.2017, Sal - 08:38

Heşdî Şabî hewl dide ku li Xurmatû parêzgare Kurd ji kar dur were xistin
Nuçe Belav bike

Di derbarê vî mijarê de Berpirsê Karûbarên PDK'ê li Xurmatû, Erselan Elî dide zanîn ku, Tirkmenên şîe yên Heşda Şeibî bi rêya berpirsê giştî yê Heşda Şeibî Hadî Amirî dixwazin qaymeqamê Kurd yê Xurmatû Şelal Ebdul bidin aliyekî û li şûna wî kesekî Tirkmen daynin.

Erselan Elî her wiha got, ew turkmenê ku dixwazin bikin qaymeqamê Xurmatû, navê wî Hesen Zeynel Abidîn e ku kesekî şîe ye. Heşda Şeibî dixwaze kesekî ereb jî bike serokê encumena Xurmatû.

Wî rayedarê PDK'ê da zanîn ku Tirkmen û Erebên Xurmatû li hev kirine ku Kurdan bidin aliyekî û tevahiya post û meqamên bajêr di nav xwe de parve bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1227 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:57:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x