Heyeta PDK û YNKê ji bo mijara serxwebûnê serdana Bexdayê dike

Li gorî zanyariyên berdest, îro heyeteke bilind ku ji PDK û YNKê pêk tên ji bo axaftina mijara referandum û serxwebûnê serdana Bexdayê dikin.

15.05.2017, Pts - 07:45

Heyeta PDK û YNKê ji bo mijara serxwebûnê serdana Bexdayê dike
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya malpera înternet a televîzyona WARê îro heyeteke bilind ku ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) pêk tê ji bo axaftina mijara referandum û serxwebûnê dê serdana Bexdayê bikin.

Heyeta bilind a PDK û YNKê di serdana xwe ya Bexdayê ji xeyrî axaftina referandum û serxwebûnê dê mijara rewşa Mûsilê ya piştî rêxistina terorîst a DAIŞê, hilbijartina pêşerojê ya Iraqê û pirsgirêkên navxweyî yên herdu aliyan wê binirxînin.

Di heyetê de Fazil Mîranî ku di heman demê de sekreterê mekteba siyasî ya PDKê ye wê nûneriya PDKê û Ednan Miftî jî ku endamê mekteb siyasîyê YNKê ye wê nûneriya YNKê bike. Herwiha Şêx Aram Şêx Mihemed ku Cîgirê Parlamentoya Iraqê yê ser lîsteya Tevgera Goranê ye jî wê di nava heyetê de cih bigire.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1588 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:12:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x