Iraq: Em hebûna PKK'ê li Şingalê red dikîn

Hikûmeta Iraqê dijatiya xwe li gel hebûna hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di nava axa Iraqê de ragihand.

28.12.2016, Çar - 14:55

Iraq: Em hebûna PKK'ê li Şingalê red dikîn
Nuçe Belav bike

Berdevkê Fermî yê Hikûmeta Iraqê Seid Hedîsî îro çarşemî 28ê Kanûna 2016ê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, hikûmeta Iraqê hebûna her hêzeke biyanî û ya PKKê jî li ser axa xwe red dike û rê bi wê yekê nade.

Seid Hedîsî got, Destûra Iraqê rê nade ti hêzek axa Iraqê bo encamdana kirdarên tundûtîj li dijî welatên cîran bi kar bîne, her ji ber wê jî hebûna her hêzeke derve ji aliyê Hikûmeta Iraqê tê redkirin.

Hedîsî got: “Hikûmeta Iraqê hebûna her hêzekê red dike, ku axa Iraqê bo encamdana kirdarên tundûtîjî û pêkanîna gefan li ser asayişa welatên cîran bi kar bîne.”

Derbarê wê dengoyê de, ku hikûmeta Iraqê mûçeyê dide gerîllayên PKKê, Berdevkê Fermî yê Hikûmeta Iraqê destnîşan kir: “Hikûmeta Iraqê mûçe dide çekdarên û xwebexşên Desteya Heşda Şeibî, eger ku iaqî bin, lê belê mûçeyê nade gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistanê û ti mûçeyê nade ti partiyeke din a biyanî jî.”

Seid Hedîsî amaje bi wê jî kir, ku Iraq bi ti awayî rê nade ti welat û aliyekê ku destwerdanê di nava karûbarên Iraqê de bikin.

Hedîsî li ser vê mijarê got: “Em rê nadin ti aliyekê destwerdan di karûbarên navxweyî yên Iraqê de bike. Em destwerdanê jî di karûbarên navxweyî yên welatên din de jî red dikin. Ev beşek ji siyaseta derve ya me ya li Iraqê ye, em naxwazin bibin beşek ji nakokiyên navxweyî yên wan welatan, her ji ber wê jî hikûmeta Iraqê her kareke bi vî coreyî red dike. Herwiha Iraqê alîkariya ti partiyeke derve jî nake, çimku em wiha dibînin ku ev yek berovajiyê destûr û yasayê ye.”

Derbarê bikaranîna PKKê weke kareteke guvaşê (fişarê) li dijî Tirkiyê bo vekişandina hêzên xwe ji bakurê Iraqê, Berdevkê Hikûmeta Iraqê tekezî li ser wê yekê kir: “Niha em mijûlî gotûbêjkirina wan kirîzan bi Tirkiyê re ne, bo vê mebestê di çend rojên bihorî de, Serokweîzrê Tirkiyê Bînalî Yildirim bi telefon pêwendî bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ve kir û tekezî li ser dawîanîn bi operasyona kontrolkirina parêzgeha Neynewayê kir.”

Seid Hedîsî di berdewamiya axavtina xwe de da xuyakirin: “Tirkiye hêzên xwe ji nava axa Iraqê paşve vedikişîne, her ji ber wê me ti hincetek nîne ku em rêyên din ên serederîkirinê li gel welatên din bi kar bibin. Herwiha bi rêyên siyasî û kanalên dîplomatîk, pêwendiyên rasterast ên hikûmeta li gel welatên din, arîşe tên çareserkirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1881 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:08:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x