Iraqê amadekariyên derbasbûna hêzên xwe bo nav axa Sûriyê red kir

Iraqê amadekariyên derbasbûna hêzên xwe bo nav axa Sûriyê red kir

19.02.2019, Sal - 15:30

Iraqê amadekariyên derbasbûna hêzên xwe bo nav axa Sûriyê red kir
Nuçe Belav bike

Berdevkê Operasyonên Hevbeş ê Iraqê, Emîd Yehya Resûl di daxuyaniyekê de ji bo Rûdawê, red dike ku hêzên wan di amadebaşiyê de bin û ji bo şerê li dijî DAIŞê, derbasî nava axa Sûriyê bibin.

Yehya Resûl herwiha red kir ku tu daxuyaniyên wiha jî dabin.

Rojnameya Ukaz a Erebistana Siûdiyê belav kiriye, Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ji vê rojnameyê re ragihandiye ku hêzên Iraqî li ser sînorê Sûriyê hatine komkirin û hemû hêzên wan amade ne ku derbasî nav axa Sûriyê bibin.

Li gor heman rojnameyê, Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihandiye ku derbasbûna hêzên wan bo nav axa Sûriyê ji bo alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi armanca jinavbirina DAIŞê ye.

Emîd Yehya Resûl tekez dike ku ew nûçe nerast in û wî ti daxuyaniyekî wisa nedaye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 944 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:48:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x