Iraqê drona xwe ya yekem çêkir

Desteya Pîşesaziya Şer a Iraqê 1ê Hezîrana 2022an, drona ku bi hevkariya Eagle Global hatî çêkirin ragıhand.

02.06.2022, Per - 06:27

Iraqê drona xwe ya yekem çêkir
Nuçe Belav bike

Desteya Pîşesaziya Şer a Iraqê yekem drona xwe ya bê firokevan eşkere kir ku dê ji bo çavdêrîkirina sînor, boriyên petrolê û bircên veguhestina elektrîkê were bikaranîn.

Desteya Pîşesaziya Şer a Iraqê 1ê Hezîrana 2022an, drona ku bi hevkariya Eagle Global hatî çêkirin ragıhand.

Serokê Desteya Pîşesaziya Şer a Iraqê Mihemed Deracî di daxuyaniyekê de ragihand ku armanca çêkirina wê firokeyê parastina serweriya Iraqê ye û dê di paşerojê de zêdetir were pêşxistin.

Dron li kargeha desteyê hat çêkirin û li wir hat pêşandan, ji bo ceribandinê li ser Bexdayê firiya.

Mihemed Deracî got, “Dron dê ji bo dewriyeya sînor, boruyên neftê û bircên veguhestina elektrîkê bên bikaranîn.”

Desteya Pîşesaziya Şer a Iraqê 14 kargehên cuda yên hilberîna alavên leşkerî hene. Di sala 2016an de, kargeha Keramayê robotek taybetî ji bo çavdêriya bi kamerayê çêkir.

Çêkirina alavên leşkerî li Iraqê di salên 1970an de dest pê kir û di salên 1980an de ji ber şerê Iraqê bi Îranê, pîşesazî ji aliyê Desteya Pîşesaziya Şer a Iraqê ve hate pêşve xistin.

Desteya Pîşesaziya Leşkerî di sala 2003an de, bi biryareke Paul Bremer hat hilweşandin û di sala 2019an de, Parlamentoya Iraqê qanûnek derxist û li şûna wê Desteya Pîşesaziya Şer a Iraqê ku rasterast girêdayî Fermandehiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê ye.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 416 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:44:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x