Li Bexdayê gefa şewitandina Balyozxaneya Danîmarkê tê xwarin

Alîgirê Tevgera Sedir li Bexdayê gefa şewitandina Balyozxaneya Danîmarkê dixwin û hêzên ewlehiyê jî rê li ber wan digrin.

22.07.2023, Cts - 08:07

Li Bexdayê gefa şewitandina Balyozxaneya Danîmarkê tê xwarin
Nuçe Belav bike

Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Bexdayê ragihand, vê sibê roja 22ê Tîrmeha 2023an, alîgirên Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir li Bexdayê bi xwepêşandan û gefxwarina bi şewitandina Balyozxaneya Danîmarkê, ber bi Navçeya Kesk bi rê ketine, hêzên ewlehiyê rê li ber çûna wan digrin.

Herwiha diyar kir: “Li ser Pira Komarî alozî di navbera hêzên ewlehiyê yên Iraqê û alîgirên Muqteda Sedir dirust bû, xwepêşanderan berbestan şikandin ji bo ku bigihin Navçeya Kesk, lê belê hêzên ewlehiyê rê li ber wan girt.”

Ev piştî wê yekê tê ku endamên grûpeke dijî Îslamê û netewî ya tundrew li Danîmarkê bi navê Danske Patrioter (Niştimanperwerên Danîmarkî) li ber Balyozxaneya Iraqê ya li Kopenhagê, Qurana Pîroz şewitandin.

Endamên wê grûpê ku dirûşmên li dijî Îslamê gotin û pankartên li dijî Îslamê bilind kirin, ala Iraqê û Qurana Pîroz avêtin erdê û bi lingan ketin serê.

Piştre endamên grûpê Qurana Pîroz şewitandin û gotin ku ew bi mebesta protestokirina êrîşa ser Balyozxaneya Swêdê ya li Iraqê vî karî dikin.

Ew grûpa tundrew a bi navê Danske Patrioter, pêştir li ber Balyozxaneya Tirkiyê ya li Kopenhagê Qurana Pîroz şewitandibûn û sivikatî li Îslamê kiribûn.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 376 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:55:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x