Li Diyale di pasajekî bazirganî de şewatekî mezin derket

Îro 22.06.2022yê di pasajekî navenda bajarê Beqube ya ser bi parêzgeha Diyale şewateke mezin derket û bû sedemê şewata nêzîkî 50 firoşgeh û cîhên bazirganî.

22.06.2022, Çar - 10:40

Li Diyale di pasajekî bazirganî de şewatekî mezin derket
Nuçe Belav bike

Li gor ajansên nûçeyan ên Iraqê rêveberiya berevaniya şaristanî, şewat vemirandiye, ku li navenda bajarê Beqube di pasaja Farûq a bazirganî de derketibû.

Hat ragehandin ji ber şewatê ti ziyanên canî çênebûne û berevaniya şaristanî daxwaz kir, lêkolîn li ser sedemên şewatê bên kirin û tîmên şaraza ên belgeyên tewan bên gazî kirin, ku sedemên şewatê yên li wê pasaja bazirganî bên destnîşan kirin.

Xwediyê firoşgehê û şahidên bûyerê jî ji çapemeniyê re ragehandin, ji ber bargiraniya zêde ya li ser amûrên elektrîkê ew şewat derketiye. Xwediyê firoşgehê ragehand, ziyanên madî yên vê şewatê jî bi milyonan dînar e û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku qerebû bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 462 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:19:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x