Li Mûsilê êrîşa xwekujiyê

Çekdarên DAIŞê li rojhilatê Mûsilê li taxa Goqceliyê bi wesayîteke bombebarkirî êrîş kirin û di encamê 30 kuştî û 60 birîndar hene

22.12.2016, Per - 11:05

Li Mûsilê êrîşa xwekujiyê
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku li Iraqê milîtanên rêxistina terorê DAIŞê li rojhilatê Mûsilê li taxa Goqceliyê bi wesayîteke bombebarkirî êrîş kirin û di encamê da kuştî û birîndar hene.

Ji artêşa Iraqê Tumgeneral Ezîz Xalid Xalid diyar kir ku çekdarên rêxistina terorê DAIŞê bi 3 wesayîtên bombebarkirî va êrîş kirin û di encamê da sivîlek mir, 9 jê leşker 30 kes jî birîndar bûn.

Hêj bi zelalî hejmara kuştî û birîndara nehatiye zanîn. Berpirsekî ewlekariya Goqcelî jî got, herî kên 30 kuştî û 60 birîndar hene.

Êrîşa xwekujiyê ya navborî, li herêmên ku li rojhilata Mûsilê hatine xelaskirin, wek êrîşa yekemîn a li dijî hêzên ewlehiyê hat dîtin.

Hêzên artêşa Iraqê taxa Goqceliya ku dikeve aliyê rojhilata bajêr, di 1ê mijdarê da ji DAIŞê rizgar kiribû. Operasyona rizgarkirina Mûsilê jî di 17ê cotmehê da dest pê kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1725 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:29:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x