Li parlamentoya Iraqê li ser Ala Kurdistanê alozî derket

Li nav parlamentoya Iraqê ji ber Ala Kurdistanê, di navbera parlamenterekî Kurd û Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê de alozî derket.

30.07.2019, Sal - 18:26

Li parlamentoya Iraqê li ser Ala Kurdistanê alozî derket
Nuçe Belav bike

Serokê Fraksyiona Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Musena Emîn di civîna îro ya parlamentoyê de, mijara helwesta efserekî Artêşa Iraqê ku li ser gora bikomî ya li Semaweyê daxwaz ji kesûkarekî Enfalkiriyan kiribû, Ala Kurdistanê bîne xwarê, anî rojevê.

Musena Emîn bi tundî helwesta wî efserê Artêşa Iraqê şermezar kir û daxwaz kir, lêpirsîn bi wî efserî re bihê kirin.

Li hember wan gotinan, Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê, Hesen Keibî ku serokatiya civîna îro dikir, bersiva parlamenterê Kurd, Musena Emîn da û ji civînê derket.

Nehatiye zanîn, ku sedema derketina wî ji ber vê aloziya nav parlamentoyê bûye yan ji ber tiştekî din bûye.

Li ser vê bûyerê, Parlamenterê Kurd Musena Emîn ji Rûdawê re ragihand, wî li ser bûyera bêrêzîkirina efserekî Iraqî bi Ala Kurdistanê û kesûkarên Enfalkiriyan, di civîna îro ya parlamentoyê de nerazîbûna xwe nîşan daye û got: “Di axaftina xwe de min daxwaz ji Serokatiya Civata Wezîran û Wezîrê Berevaniyê (yê Iraqê) kir ku lêkolînê derbarê bûyerê de bikin û wî efserî ceza bikin.”

Musena Emîn diyar kir, wî herwiha behsa neyasayîbûna karê wî efserê Iraqî kiriye û got: “Ala Kurdistanê aleke destûrî ye û divê rêz li vê alê were girtin.”

Li ser helwest û bertekên aliyên Iraqî yên derbarê bûyerê de jî, wî Parlamenterê Yekgirtûyê da xuyakirin, “helwesta aliyên Iraqî weke pêwîst nebû” û tekez kir, tevî ku hin aliyan gotin, karê efserî kirêt û nebaş bûye, lê daxwaz jî dikirin ku behsa vê babetê di medyayê û civîna parlamentoyê de neyê kirin.

Musena Emîn destnîşan kir, “Serokatiya Parlamentoya Iraqê daxwaz ji min kir, ku nivîsekê jê re bişînim” û got, biryar e “komîteyeke lêkolînê” derbarê bûyerê de bê pêkanîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 914 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:35:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x