Milîsên heşdî şeibî kareke dervey mirovahiyê pêkanîn

Girte videoya rêveberê milîsên heşdî şeibî Ebu Izraîl belav bû, ku di wê videoyê de karek dûr li mafê mirov û dervey mirovahiyê li hember kuştiyeke DAIŞê pêktîne û agir berdide rih û rûyê wî.

01.06.2017, Per - 07:18

Milîsên heşdî şeibî kareke dervey mirovahiyê pêkanîn
Nuçe Belav bike

Belavbûna vê girte videoya nû piştî belavbûna raporta kovara Der Spiegelê ya Almanî tê, ku ji aliyê rojnamevaneke kurd ve bi belge hatibû belav kirin û binpêkirinên milîsên heşdî şeibî û hêzên Iraqê yên li hember mafê mirovan radixe berçava.

Hêzên heşdî şeibî gelek caran karên dervey mirovahiyê pêkanîn û ev yek di bin navê şerê dijî DAIŞê de gelek caran bi girte videoyan derketin holê û ew yek bi serbilindî pêktanîn.

Di girte videoya nû da kesê berpirsê milîsên heşdî şeibî yê bi navê Eyûb an jî bi navê xwe yê din ve Ebu Izraîl agir berdide rih û rûyê kuştiyeke DAIŞê û dibêje: ‘’Kes bila rexneyan neke, ev ne sunneyê Iraqê ye, biyaniye û ji Efxanîstanê ve hatiye.’’

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1749 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:15:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x