Qeys Xezelî li ser Kerkûkê bi tundî bersiv da gotinên Tirkiyeyê

Qeys El-Xezelî li ser daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê yên derbarê Kerkûkê de got, “Kerkûk Îraqî ye û Tirkmen jî Iraqî ne, mafê ti dewletekê nîne destwerdanê di karûbarên me yên navxweyî de bike.

06.09.2023, Çar - 05:56

Qeys Xezelî li ser Kerkûkê bi tundî bersiv da gotinên Tirkiyeyê
Nuçe Belav bike

Emîndarê giştî yê Tevgera Esayîb Ehlî Heq Qeys El-Xezelî bêyî ku nav bide bi awayekî tund bersiva daxuyaniyên Tirkiyeyê yên derbarê Kerkûkê û Tirkmenan da.

Qeys Xezelî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê mijarê de parvekirinek kir.

Xezelî got, “Em ji Kerbeleya Îmam Huseyîn radigihînin: Kerkûk Îraqî ye û Tirkmen jî Iraqî ne.”

Herwiha Xezelî di berdewamiya tweeta xwe de wiha anî ziman, “mafê ti dewletekê nîne destwerdanê di karûbarên me yên navxweyî de bike.”

Daxuyaniyên Fîdan û Erdogan

Wezîrê KarênDerve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan 4ê Îlonê li ser vexwendina Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan çûbû Tehranê,

Fîdan di civîna çapemeniyê ya ligel Wezîrê Derve yê Îranê de behsa geşedanên li Kerkûkê kiribû.

Hakan Fîdan got, “Em bûyerên li Kekûkê bi xemgînî û fikar dişopînin ku ew welatê Tirkmenan e.

Divê hemû pêkhateyên Kerkûkê xwedî mafê azadiya derbirînê bin û beşdariya wan jî li ser asta îdarî be.

Parastina mafên tirkmenan ji bo me girîng e û nabe bibe mijara bazareke siyasî.

Em dê her tim mafên Tirkmenên Kerkûkê biparêzin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piştî serdana xwe ya li Rûsyayê ku li ser vexwendina Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin çûbû, di vegera ji Soçiya de pirsên rojnamevanan bersivand.

Erdogan di axaftina xwe behsa pêvajoya asayîkirina Sûriyeyê, şerê li Dêrezorê û pirsgirêkên li Kerkûkê jî kir.

Erdogan diyar kir ku geşedanên vê dawî yên li Kerkûkê ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û yekîneyên îstixbaratê ve ji nêz ve tên şopandin.

Erdogan anî ziman ku li Kerkûkê di encamê de ji îro pê ve rewş aram e û ew mijarê ji nêz ve dişopîne got:

Min ji Hakan Fîdan û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin re got mijarê ji nêzîk ve bişopînin. Bi malbata Barzanî û Sûdanî re hevdîtin hatin kirin.

Doh jî piştî daxuyaniyên Hakan Fîdan ên li Îranê rewş aramtir diyar dibe. Ji bo aştî û aramiya Kerkûkê têk neçe divê ji çalakiyên ku dibin sedema têkçûna Kerkûkê dûr bê sekinandin.

Warê Tirkmenan Kerkûk erdnîgariyek e ku bi sed salan e çandên cuda di nav aştiyê de bi hev re dijîn. Em rê nadin aramî û yekbûna vê erdnîgariyê têk biçe.”

Li Kerkûkê çi bûbû?

Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şeibî di 16ê Cotmeha 2017an de derbasî bajarê Kerkûkê bûbûn.

Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şeibî avahiya Partiya Demokrata Kurdistanê vala kir û avahiyê kirin navenda Fermandeya Operasyonê.

Li parêzgehên Îraqê û Kerkûkê dê 18ê Kanûna Pêşîn hilbijartinên encumenên parêzgehan bên lidarxistin.

Beriya hilbijartinan Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîya Sûdanî ferman dabû ku avahî careke din radestî PDKyê were kirin.

Piştî vê biryarê, roja 25ê Tebaxê komek alîgirên Heşdî Şeibî û Erebên ku ji derve anîbûn li ber avahiyê kon vedabûn û rêya Kerkûk-Hewlêrê ji trafîkê re girtibûn.

Piştî vê rewşê, 2yê Îlonê Kurd li herêma Rehîmawa ya Kerkûkê kom bûn û xwepêşandanek li dar xistin û xwestin ku rêya Hewlêr-Kerkûkê bê vekirin.

Dema ku xwepêşanderên Kurd nêzîkî devera ku çalakvanan berê rê lê girtibûn bûn, hêzên ewlehiyê gule li wan reşandin.

Di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dabû û 15 kes jî birîndar bûbûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 379 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:30:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x