Rojnameya Londonê: Heftiya bê diyalogên Hewlêr û Bexda destpê dike!

Rojnameya El Heyat a Londonê aşkera kir, guftûgo di navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ya federal dê heftiya bê ji bo çareseriya pirsgirêkên ku heyî dê destpê bikin.

02.11.2017, Per - 08:16

Rojnameya Londonê: Heftiya bê diyalogên Hewlêr û Bexda destpê dike!
Nuçe Belav bike

Rojnameya El Heyat nûçeya xwe dispêre çavkaniyek bilind a siyasî û belav kir, li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaza hilweşandina encamên referandûmê wek mercê destpêkirina danûstandinan nîşan bide jî, lê heftiya bê guftûgo di navbera hewlêr û Bexda de destpê dike.’’

Her wiha duh 01.11.2017ê Ebadî, hikûmeta herêma Kurdistanê bi vê tometbar kir ku, ji rêkeftinê paşde gav avêtine. Li hember vê yekê jî encûmena wezîrên herêma Kurdistanê aşkera kir, ti rêkeftinek nehatiye kirin û tenê reşnivîsek di navbera şandên leşkerî hebûye lê rêkeftin pêknehatiye.

basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1012 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:28:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x