Serokê Tevgera Sadr: Bila Heşdî Şebî were belavkirin

Serokê Tevgera Sadr Muqteda el Sadr di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Middle Eastê de ragihand ku piştî qedandina DAIŞê bila hêza milîs a Heşdî Şebî were belavkirin.

04.04.2017, Sal - 06:38

Serokê Tevgera Sadr: Bila Heşdî Şebî were belavkirin
Nuçe Belav bike

Serokê Tevgera Sadr Muqteda el Sadr di hevpeyvîna xwe de got: "Ji bo li Iraqê di navbera kurd, şîe, sunî, ereb û nijadên din de şer û pevçûn dernekev divê gavên pêwist werin avêtin. Ez bi guman im ku piştî şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê desthilatiya Heşdî Şebî destpê bike. Lewra em dixwazin piştî DAIŞê Heşdî Şebî bila were belavkirin."

Muqteda el Sadr di berdewamiya axaftina xwe de got: "Pêwistiya me bi avakirina hêzên hikûmetê heye. Hêza ku Iraqê biparêze divê di binê banê artêşê de be. Piştî şerê Mûsilê ihtimala derketina şerê mezhebî heye û ev me ditirsîne. Divê herkes ji bo derneketina tiştekî wiha bixebite."

Sadr di dirêjiya axaftina xwe de got: "Her çi dibe bila bibe, em hêza Amerîkayê li Iraqê naxwazin. Em naxwazin tu berpirsekî amerîkî û îngîlîzî li vir bibînin. Ji bo ku ew berjewendiyên Amerîkayê diparêzin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1467 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:51:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x