Serokwezîrê Iraqê: Ji bo vegerandina mafên Êzdiyan me çend biryar dane

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî tevî şandeke mezin a hikûmeta xwe duh Pêncşemê 12ê Çileya 2023an bi serdaneke fermî gihîşt Almanyayê

13.01.2023, Cum - 09:20

Serokwezîrê Iraqê: Ji bo vegerandina mafên Êzdiyan me çend biryar dane
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ku bi serdaneke fermî li Almanyayê ye, ji Rûdawê re ragihand, “Ji bo vegerandina mafên Êzdiyan me çend biryar dane.” Sûdanî herwiha piştevaniya Almanyayê ji bo Kurdên Êzidî jî bilind nirxand û diyar kir, ew pêşwazî li her pêngavekê ji bo piştevanîkirina pêkhateya Êzidî dikin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî tevî şandeke mezin a hikûmeta xwe duh Pêncşemê 12ê Çileya 2023an bi serdaneke fermî gihîşt Almanyayê.

Mihemed Şiya Sûdanî derbarê serdana xwe ya bo Almanya û herwiha hin mijarên de bersiva pirsên nûçegihana Rûdawê ya li Almanyayê Ala Şalî da.

Sûdanî ragihand, “Bê guman ji bo vê serdanê amadekariyek pêşwext hatibû kirin li ser hejmarek dosyeyên derbarê veberhênana elektrîkê, veberhênana gazê û sektora petrokîmyayê de.”

Serowkezîrê Iraqê got, “Roja Înê dê çend peymanên jihevtêgihiştinê bi wezîran re bên îmzekirin, ku yek ji girîngtirînên wan peymanan girêdayî Wezareta Elektrîkê ye, di hemû beşên berhemanîn, veguhaztin û belavkirinê de, tê çaverêkirin ku rola xwe di başkirina sektora elektrîkê de li Iraqê bilîze.”

Têkildarî peywendiyên Iraq û Almanyayê û hevdîtina xwe ya li gel Serokwezîra Almanyayê ku dê îro Înê bicivin, Mihemed Şiya Sûdanî ji Rûdawê re ragihand: “Di navbera Iraq û Almanyayê de têkiliyên baş hene, Almanya di şerê li dijî DAIŞê de piştgirî da Iraqê. Tîmek ji şêwirmendên wî welatî hîn li Iraqê ne, di warê siyasî de Almanya yek ji wan welatan e ku ji sala 2003ê ve piştevaniya aramî û yekrêziya Iraqê kiriye û piştgiriya çalakiyên siyasî û demokratîk kiriye. Ev hemû bingeh in û em li ser pêşxistina vê peywendiyê dixebitin. Em rola Almanyayê di Yekîtiya Ewropayê de baş fam dikin, Almanya çaremîn aboriya herî bihêz e, ji bilî sektorên ku me behsa wan kir ku tê çaverêkirin asoyên têkilî pêşkeftinê di warê aborî de veke.”

Serokwezîrê Iraqê di bersiveke pirseke din a Rûdawê de têkildarî hewlên Almanyayê yên ji bo naskirina komkujiya Kurdên Êzidî weke cenosîd jî ragihand, “Iraqê ji bo garantîkirin û vegerandina mafên civaka Êzidî ku rûbirûyê êrîş û tawanên DAIŞê bûne, bi rêya hikûmet û parlamentoyê çend biryar û yasa derxistiye, di van demên dawîn de, hikûmetê biryarek 45-salî da ya ku demek dirêj li bendê bû, bi dayîna mafê tapokirina erdê bi Êzidiyan û wêya jî di asta navçeyê û cîhanê de jî deng veda, bê guman em piştgiriya Almanyayê ji civaka Êzidî bilind dinirxînin, her pêngavek jî bo şermezarkirina tawanan û piştgiriya ji wê pêkhateyê em pêşwazî lê dikin.”

Di dawiyê de Serokwezîrê Iraqê behsa serdana roja Çarşemê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê kir û got, “Civîn erênî bû û dê bibe beşek ji pêşxistina peywendiyan û pêkanîna bernameya hikûmetê.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:51:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x