Tirkmen ji bo Kerkûk bibe herêmeke xweser îmze kom dikin

Tirkmenên Kerkûkê dixwazin Kerkûk bi tevê navçeyên xwe ve bibe herêmeke xweser û erk û kursiyên rêveberiyê jî li gorî rêjeya %32 di navbera tirkmen, kurd û ereban de were parvekirin. Li parlamentoya Iraqê jî ji bo Kerkûk bibe herêmeke xweser, tirkmen îmze kom dikin.

11.11.2017, Cts - 10:37

Tirkmen ji bo Kerkûk bibe herêmeke xweser îmze kom dikin
Nuçe Belav bike

Ji 16'ê Cotmehê ve wate piştî kontrolkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ve heta niha, parêzgarê Kerkûkê nîne û encumena parêzgehê jî ti civînek nekirine.

Ji bo peydakirina çareseriyeke demildest gelek pêşniyar hatine kirin û nêrîn hatine pêşkeşkirin. Yek ji wan jî avakirina herêmeke xweser e, ku beşek ji aliyên Tirkmen piştgiriyê didin vê nêrînê.

Lê parlamenterê Tirkmen ê berê yê Parlamentoya Iraqê Nebîl Mihemed Cerbo di wê baweriyê de ye, ku nabe Tirkmen bêyî Kurdan ti biryarekî yekalî bidin.

Nebîl Mihemed Cerbo di vê derbarê de ragihand: “Emê vegerin ser pirgirêkên berê. Lewma, bi nêrîna min pêwîste tirkmen peywendiyeke siyasî û bi bandor li gel birayên Kurd dirûst bike. Di heman demê de pêwîste biryara li ser Kerkûkê biryareke yek alî ya erebî yan jî Tirkmenî nebe, divê biryareke hevbeş hebe di navbera Tirkmen, Ereb û Kurdan de.”

Nûnerê Bereya Tirkmenî li Tirkiyê Hîcran Kazancî dibêje, parvekirina kursiyan li ser hîmê wekheviyê dê baştir be.

Hîcran Kazancî got: “Dema em behsa îdareya xweser dikin, mebesta me ew e, ku post û kursiyên Kerkûkê bi hevparî werin parvekirin. Wate % 32 bo Kurdan, % 32 bo Tirkmenan % 32 bo Ereban û herwiha % 4 jî ji bo Kild û Aşûriyan. Ji bo vê pêşniyazê li Parlamentoya Iraqê îmze hatine komkirin lê heta niha jî birêz Ebadî li ser vê pêşniyazê neaxiviye.”

Niha jî rewşa ewlekariya Kerkûkê ne aram e û Encumena Parêzgeha Kerkûkê nikare ji bo civînên yasayî rêjeya temam kom bike. Parêzgarekî ereb bi wekalet kar birêve dibe, ku ew kursî mafê kurdan e û tirkmen jî kursiya parêzgariyê dixwazin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1170 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:04:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x