Wezîrê Tendirustiyê yê Îraqê: Çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo berhingarbûna dermanên saxte erênî ne

Di derheqa hevahengiya navbera her du wezaretên tendirustiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de, Wezîrê Tendirustiyê yê Îraqê radigehîne, “Me îro serdana Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, em bi Diktor Saman Berzincî re civiyan û me rewşa tendirustiyê hilsengand, herwesa me amaje da mukomkirina hevahengiya navbera her du wezaretan jî”. Herwesa got, “Çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo berhingarbûna dermanên saxte erênî ne”.

12.01.2024, Cum - 12:05

Wezîrê Tendirustiyê yê Îraqê: Çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo berhingarbûna dermanên saxte erênî ne
Nuçe Belav bike

Wezîrê Tendirustiyê yê Îraqê Salih Hesnawî ji K24ê re ragehand, “Çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa diyarkirina nirxên dermanan û berhingarbûna dermanên saxte de gelek baş û erênî ne, û biryar e em jî li Bexdayê pirojeyekê ji bo berhingarbûna dermanên saxte bi cih bînim”.

Salih Hesanwî herwesa got, “Em piştevaniya Hikûmeta Îraqê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê tendirustiyê de tekez dikin”.

Hesnawî amaje da, “Me li Hewlêrê arêşeyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê di warê dermanan de hilsengandin û bi aneha Xudê hemî arêşe dê bên çarekirin”.

Wezîrê Tendirustiyê yê Îraqê di derheqa edilandina budceya giştî ya Îraqê de got, “Em piştevaniya edilandina budceyê dikin, xasma pişka Herêma Kurdistanê di kertê tendirustiyê de”.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 215 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:27:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x