Murat Karayilan got, “Em PKK li Rojava nînin. Li Rojava ti têkîliyên me yên xwezayî yan jî rêxistinî bi ti rêxistinekê re nînin.”
Endamê Komîteya Birêvebir a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan pirsên Stêrk TVyê yên li ser rojevê bersivandin.
“Mafê me yê têkoşînê heye”
Karayilan pirsa, “Rayedarên dewleta Tirk dibêjin ku li Rojava PKK heye û em dê PKKyê tasfiye bikin. Hûn wekî rêxistin hûn li Rojava hene?” wiha bersivand:
“Tenê nabêje 'li Rojava PKK’ê heye', dibêje, ‘Li Rojava desthilatdariya PKKyê heye û ez dê wê tune bikim.’
Ev zimanê şerê taybet ê Tirkiyeyê ye. Wekî mînak, HTŞ niha ji aliyê hinek dewletan û Neteweyên Yekbûyî ve di lîsteya terorê de ye.
Lê wekî PKKyê em ne bi vî rengî ne. Ji bo berjewendiyên Amerîka û Yekîtiya Ewropa em xistine lîsteya terorê.
Xeyn ji van Neteweyên Yekbûyî û cîhanê em nexistine lîsteya terorê. Dewletên ku me dixin lîsteya terorê jî ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj û bi neheqî em xistine lîsteya terorê.
Ji ber vê yekê me doz vekir. Wekî mînak, Yekîtiya Ewropayê sala 2002yan de em xistin lîsteya terorê, wê demê şerek jî nebû. Me şer rawestandibû.
Yanî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî ev neheqî û bêhiqûqî kirin. Em tevgerek in ku ji bo mafên xwezayî yên gelê Kurd têkoşînê dimeşînin.
Kî li cihê me be wê ji bo gelê xwe vê têkoşînê bimeşîne. Ev têkoşîneke rewa ye û li gorî qanûnên Neteweyên Yekbûyî ye.
Gelekî ku ji ziman, hebûn, dîrok, her tiştî bê par bê hiştin, mafê wî yê têkoşînê heye. Em jî vê yekê dikin. Lê wan me bi awayekî neheq em xistin lîsteyê.
Niha dewleta Tirk hewl dide vê yekê bi kar bîne û ji bo her Kurdekî ku xwedî li doza nasnameya xwe derdikeve dibêje ‘Ev PKKyî ye’.
Binêrin, li Bakurê Kurdistanê ji kîjan endamê DEM Partiyê hez neke, dibêje, ‘Ev endamê PKKyê ye.’ Mirovên ku xebatên ziman û wêjeyê dimeşînin digirin.
Akademîsyenan digirin. Çend roj berê li Zanîngeha Dicleyê profesorek bi hinceta endamdiya PKKyê girtin.
Aktîvîstên azadiya jinan û aktîvîstên ciwanan, bixwazin kî bigirin dibêjin, ‘Ev endamê PKKyê ye.’
Her wiha ji ber mixalefeta xwe ya li hemberî CHPyê dixwaze bi rêya vê jî zextê bike. Li dijî Kurdên nava CHPyê bi îftîraya ku PKKyî ne dozê vedike û wan dide girtin.
Mînaka vê ya herî berbiçav Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer e. Kurd e, akademîsyen e, heta niha di gelek akademiyan de wezîfe girtiye, bûye cîgirê rektor lê ji ber ku xwestine wî bigirin, gotine ‘Ev kurd e.’
Lêkolîn kirin û di encamê de dîtin ku Ozer li ser xweseriyê nivîsek nivîsandiye û di hevdîtinên Îmraliyê de carekê behsa wî hatiye kirin.
Li ser vê gotin ‘Temam, ev endamê PKKyê ye’ û ew girtin.
Yanî ev yek rêbazeke şerê taybet ê Tirkiyeyê ye.
Dewleta Tirk ji bo Kurdan biperçiqîne vê rêbazê bi kar tîne.
Heman rêbazê li hemberî Rojava bi kar tîne. Dibêje ‘Rojava PKK ye.’ Çima? Ji ber ku dixwaze statuya li wir tune bike.
Ji Rêveberiya Xweser û desthilata wir aciz dibe, dixwaze wê tune bike. Ji ber vê dema ku navê wan rêz dike nabêje PYD/YPG, yekser dibêje PKK/PYD/YPG.
Ev yek zimanê şerê taybet e. Ji bo hemû Kurdên doza nasnameya xwe dikin bike hedef, vî zimanî bi kar tîne.
Ji ber vê yekê divê hemû dewlet, partî û siyasetmedar -Kurd bin an na- bi vî zimanê şerê taybet ê dewleta Tirk nexapin.
“Em wekî PKKyê li Rojava nînin”
Tiştekî bi vî rengî nîne. Li wê derê gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî hene, bi sîstemeke demokratîk re rêveberiya xwe bi hev re ava kirine û dixwazin bibin xwedî statuyekê.
Em bi awayekî eşkere radigihînin: Em wekî PKKyê li Rojava nînin.
Li Rojava ti têkîliyên me yên xwezayî yan jî rêxistinî bi ti rêxistinê re nînin.
Her kes dizane bê em kengî çûne û vegeriyane. Dema DAÎŞê êriş kir em çûn Kerkûk, Hewlêr, Mexmûr, Şingal û bê guman Kobanî û Rojavayê.
Lê em vegeriyan. Niha jî li ser vê bingehê dibêjin, 'PKK li wir e.' Na, tiştekî bi vî rengî nîne.”
“Êdî bila Kurd bibin yek”
Murat Karayilan “Pêdiviya hemû Kurdistanê bi yekîtiyê heye” û pê de çû:
“Hinek rayedarên ENKSyê wekî berdevkên şerê taybet ên dewleta Tirk diaxivin.
Divê ew vî zimanê biterikînin. Gelo ma karê wan e ku wekî parêzer û berdevkê Tirkiyeyê biaxivin?
Dewleta Tirk wekî dewleteke hegemonîk û zextkar dixwaze gelê Kurd tune bike.
Tu beriya her tiştî were baxçeyê xwe, yanî were warê Kurdan. Bes e êdî xizmeta ji kesên cuda re.
Êdî bila hinekê Kurd bibin yek û ji xwe re xizmetê bikin. Ya rast ev e û di vê çarçoveyê de em bawer dikin ku dê li Rojava yekîtî çêbibe.
Helbet pişt re pêdiviya hemû Kurdistanê bi yekîtiyê heye. Ji ber ku tê dîtin ev pêvajo bi Sûriyeyê re sînordar namîne û wê belav bibe.
Pêkan e ku sibe li Îraqê jî di vê çarçoveyê de geşedanên nû çêbibin. Yanî pêdivî bi yekîtiyekê heye.
Bê guman ev yekîtiya ku ez qalê dikim, wisa ne xeyalî ye, bi rengê ku her kes hema wisa were ba hev û bêjin ‘Em dibin yek’ yekîtî nabe.
Mixabin hatiye dîtin ku li Kurdistanê ev wiha zû bi pêş nakeve lê belê herî kêm diyalog dibe, herî kêm stratejiyeke hevpar dibe. Divê her kes di vî alî de berpirsyar be û hewl bide.”