Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê( PWK) Mustafa Ozçelîk, li gel Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay û Vahît Aba, endamên Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Merd Baran Bozkan û Mehmet Alî Yilmaz, roja pêncşemê, 22.05.2025, li Amedê seredana DTSOyê (Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê) kirin.
Serokê DTSOyê Mehmet Kaya û rêvebirên DTSOyê pêşewazîya heyeta PWKyê kirin.
Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk ji ber vê pêşewazîyê spasîya Serokê DTSOyê kir û di derbarê xebatên PWKyê de agahdarî da.
Serokê DTSOyê Mehmet Kaya jî ji ber vê seredanê spasîya heyeta PWKyê kir û di derbarê xebatên DTSOyê de agahdarî da.
Heyetên PWK û DTSOyê, li ser pêşhateyên vê dawîyê yên li Kurdistanê û Tirkîyeyê de bîr û bawerîyên xwe anîn zimên.
Hevdîtina heyetên PWK û DTSOyê di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)