Serok Barzanî: Êdî klîta serxwebûna Kurdistanê di destê me de ye

Bi referanduma serxwebûna Kurdistanê (25.09.2017), me êdî ew klît xiste destê xwe. Heta heta jî ewê di destê me de bimîne û emê rojekê bi wê klîtê deriyê serxwebûna Kurdistanê vekin.

14.12.2017, Per - 12:29

Serok Barzanî: Êdî klîta serxwebûna Kurdistanê di destê me de ye
Nuçe Belav bike

Roja 09.12.2017 serok Barzanî li bargeha wî ya sereke li Serê bilind dibînim. Behsa proseya referandumê dike û dibêje: Raste Kurdistan heye, welatê me ye, kesek nikare înkar bike, lê weke mala te hebe û klîta wê malê ne di destê te de be, di destê kesên din de be, tu diçî li pêşiya mala xwe disekinî û nikarî derbasî mala xwe bibî. Bi referanduma serxwebûna Kurdistanê (25.09.2017), me êdî ew klît xiste destê xwe. Heta heta jî ewê di destê me de bimîne û emê rojekê bi wê klîtê deriyê serxwebûna Kurdistanê vekin.

Barzanî dibêje: Me her tişt dabû ber çavên xwe lê me texmîn nedikir ku kêr di pişta me de lêkeve. Xiyanetê em gelekî êşandin.

Mesûd Barzanî di nava suhbeta xwe de dibêje: Em dîsa rabûne ser piyan, em niha li ser xwe ne, me xwe komî serhev kir.

Her wiha diyar dike: Serokatiya herêmê ne daxwaza min bû, berê jî niha jî xwe pêşmerge dibînim, bêhtir jî di nava pêşmergeyan de me. Eger ne ji qehremaniya pêşmergeyan ba, niyeta wan ew bû Kurdistanê dagîr bikin, weke Katalonya bînin serê me…

Serok Barzanî ji bîr nake ku bêje: Zû be, dereng be, wê Kurd bibin xwediyê Kurdistaneke serbixwe û tu caran gelê Kurd dest ji wê armancê bernade.

Dilbixwîn Dara / AvestaKurd
Vî nûçeyê tevayî: 1536 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:52:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x