Trump bi şert serdana Îsraîlê dike

Rojnameya Maarîvê ya Îsraîlî eşkere dike ku, tê çaverêkirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di Tîrmehê de serdana Tel Evîvê bike, lê divê Îsraîl berî serdana wî şertekî bi cîh bîne.

09.06.2025, Pts - 15:18

Trump bi şert serdana Îsraîlê dike
Nuçe Belav bike

Rojnameya Maarîvê ya Îsraîlî îro ragihand, “Biryar e ku Serokê Amerîkayê ji bo tevlîbûna di merasîma vekirina Lîstikên Maccabeesê yên 2025ê de, ku li roja 10ê Tîrmehê dest pê dikin, serdana Îsraîlê bike, bi wî şertî ku heta dema serdana wî lihevkirinek ji bo berdana rehîneyan û agirbestê di navbera Îsraîl û Hamasê de çê bibe.”

Zêdetirî mehekê ji bo birêveçûna gera 22ê ya Lîstikên Maccabeesê maye, ku biryar e li Orşelîmê bên lidarxistin. Ev ger mezintirîn çalakiya werzişî ye ku Cihûyan tîne cem hev û zêdetirî neh hezar werzişvanan tevlî wê dibin.

Birêveberê Giştî yê Gera Maccabeesê Roy Hassing ragihand, "Serokê berê yê Amerîkayê Joe Biden bi şandeyeke mezin a Amerîkayî re tevlî Maccabeesa berê bû." Herwesa got, "Gelo Trump tê? Mesele di destê wî de ye. Em jî dizanin ka em dê çawa bi awayekî guncayî pêşwaziya wî bikin.”

Vî nûçeyê tevayî: 130 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:58:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x