Ev 30 sal in ku, bombebaran, şewitandina gund, zevî û baxçeyan û valakirina gundan çîroka rojane ya devera Bradostê ye. Şerê di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û artêşa Tirkiyeyê de ev dever xistibû rewşeke nexwestî û metirsîdar. Tevî ku êrîş hîn bi tevahî nesekinîne jî, lê îhtîmala ragihandina pêvajoya aştiyê hêviya avedanî û tenahiyê daye şêniyên wê deverê.
Mihemed Bêwasî, ku şêniyê gundekî devera Bradostê ye, ji peyamnêrê Kurdistan24ê Teyfûr Mihemed re ragihand, "Em ji îhtîmala ragihandina pêvajoya aştiyê di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û artêşa Tirkiyeyê de pir kêfxweş in. Ger ew agirbest bê ragihandin, devera me tena û avedan dibe."
Sînorê bajarkê Sîdenkanê her tim navenda şer û pevçûnên di navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê de bûye, vê yekê jî zirarên canî û aborî gihandine şêniyên deverê.
Qayimqamê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji peyamnêrê Kurdistan24ê re got, “Ger pêvajoya aştiyê ya nû bê ragihandin, dê zêdetirî 100 gundên Sîdekanê bên avedankirin û herwesa her du sektorên çandinî û geştiyariyê jî dê bi awayekî berçav bên vejandin, ji ber ku ji ber şerê di navbera PKK û Tirkiyeyê de me nekariye feydeyî ji cihên geştiyariyê yên vê deverê werbigirin.”
Bajarkê Sîdekanê sêgoşeya sînorî ya di navbera Îran, Tirkiye û Herêma Kurdistanê de ye. 264 gund li sînorê wî bajarkî hene, lê ji ber şerê di navbera PKK û Tirkiyeyê de 188 ji wan hatine valakirin û 20 gundên din jî di metirsiya valakirinê de ne.(K24)