Îran dê ji bo rêkeftina atomî pêşniyarekê pêşkêşî Amerîkayê bike

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku ew dê di demeke nêzîk de ji bo rêkeftina atomî pêşniyazekê pêşkêşî Amerîkayê bikin.

09.06.2025, Pts - 15:10

Îran dê ji bo rêkeftina atomî pêşniyarekê pêşkêşî Amerîkayê bike
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî li ser mijara rêkeftina atomî got:

"Em dê di demeke nêzîk de plana xwe ya pêşniyazkirî ya ji bo rêkeftina atomî bi rêya Umanê radestî aliyê beramber (Amerîka) bikin."

Li gorî gotina Îsmaîl Beqayî pêşniyaza wan "guncav e û hevsengî tê de tê parastin.”

“Welatê me pêşniyara Amerîkayê qebûl nake”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir ku di pêşniyaza Amerîkayê de “tiştên ne zelal” hene lê xwest Amerîkayê ku "sûdê ji vê derfetê” wergire û got:

"Welatê me pêşniyara Amerîkayê qebûl nake û em dê pêşniyareke nû bidin Amerîkayê û em dixwazin ku vê derfetê bilind binirxîne.

Bi dilniyayî di berjewendiya Amerîkayê de ye ku vê pêşniyarê bi awayê cidî li ber çavan bigire."

Îran û Amerîkayê 23yê Gulanê, pêncemîn gera dan û standinan li Romayê temam kir û wan ragihand ku dê "di paşerojeke nêzîk de" dest bi gera şeşemîn bikin lê heta niha dem û cihê wê ne diyar e.

Dîplomatekî payebilind ê Îranê ku nêzîkî tîma dan û standinan e 2yê Hezîrana 2025an ji Reutersê re ragihand:

"Îran mijûlî amadekirina bersiveke neyînî ye ji bo pêşniyara Amerîkayê ku dikare wekî redkirina pêşniyara Amerîkayê bê şîrovekirin."

Pêşniyara Amerîkayê ya ji bo lihevkirineke atomî, 31ê Gulana 2025an ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Umanê Bedr Hemed Buseîdî ve pêşkêşî Îranê hat kirin.

Piştî 5 ger û gotûbêjên nûnerên Îran û Amerîkayê hîn jî gelek asteng mane.

Yek ji astengan ew e ku Washington ji Tehranê dixwaze dewlemendkirina uranyumê rawestîne, pêşniyar dike ku navendeke herêmî li derveyî Îranê uranyumê ji bo Tehranê dewlemend bike lê Îran vê red dike.

Dîplomatê Îranî amaje bi wê jî kiriye ku helwesta Amerîkayê di pêşniyara xwe de wekî xwe maye û ti zelalkirin jî li ser rakirina dorpêçan nîne.

Tehran daxwaza rakirina yekser a hemû dorpêçên Amerîkayê dike ku ziyan daye aboriya wê lê Amerîka dibêje divê dorpêç qonax bi qonax bên rakirin.

Bi dehan dezgehên girîng ên aboriya Îranê, di nav wan de Banka Navendî û şirketa neteweyî ya neftê ji sala 2018an ve ketine lîsteya dorpêçên Amerîkayê.

Li gorî Washingtonê sedema wê jî "piştgirîkirina terorê û belavkirina çekan e."

Ji dema ku Trump vegeriyaye Koşka Spî ve siyaseta "zexta herî zêde" li ser Îranê dîsa sepandiye û gefên bikaranîna çalakiyên leşkerî jî dike.

 

Vî nûçeyê tevayî: 64 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:33:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x