Li bajarê Dêrezorê di encama teqîna bombeyekê de 4 karmendên asayîşê birîndar bûn.
Li bajarokê Bexîliyeyê rojavayê bajarê Dêrezorê 4 endamên Hêzên Asayîşa Navxwe ya Sûriyeyê di encama teqîna bombeyeke ku bi otomobîla wan ve hatibû zeliqandin, birîndar bûn.
Li gorî medyaya Sûriyeyê dema ku karmendan hewl dida bombeyê ji nav bibin teqiyaye.
Xelkê 4 karmendên asayîşê birin nexweşxaneyê.
Dawiya meha Gulanê jî Birêvebirê Asayîşê yê navçeya El-Bukemalê yê Dêrezorê Mistefa Elî ragihandibû ku 3 karmendên wan di encama şewitîna baregeheke ewlehiyê de mirine.