Civîna astanayê bo sibe hate paşxistin

Civîna vê carê, ku bi serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê birêve diçe, welatê Urdinê jî dê beşdar bibe. Herwiha Beşdariya Amerîka jî di Astanayê de wek çavdêr dibe.

15.02.2017, Çar - 08:48

Civîna astanayê bo sibe hate paşxistin
Nuçe Belav bike

Biryar bû îro civîna Astanayê ya derbarê krîza Sûriyê de bi serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê birêve biçûya, lê bo sibe hate paşxistin.

Biryar bû civîna Astana ya di navera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de îro 15 û 16 vê mihê birêve biçûya, lê ji ber şanda opozîsyona Sûriyê hîn negihêştiye Astana paytexta Kazixistanê, civîn bo sibe hate paşxistin.

Civîna vê carê, ku bi serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê birêve diçe, welatê Urdinê jî dê beşdar bibe. Herwiha Beşdariya Amerîka jî di Astanayê de wek çavdêr dibe.

Ev yek di demekê de ye, biryar e di van civînan de mîkanîzmekê ji bo rawestandina binpêkirinan di rêkeftina agirbesta de were gotûbêjkirin, herwiha ew aliyên ku agirbestê jî binpê dikin werin cezakirin.

Gera yekem ya civîna Astanayê di 23 Çileya borî de dest pê kiribû. Di daxuyaniya dawiyê de jî hat ku, Tirkiye, Rûsya, Îranê û Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura lihev kirin ku binpêkirina agirbesê bi mekanîzmayeke 3 alî ya hevpar were cibicîkirin û çavdêrîkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1564 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:41:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x