Lavrov: Bi Tirkiye û Îranê re karên leşkerî li Sûriyê nakin

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov radigihîne, ew wek Tirkiyê li rêxistinên Kurdan nanêrin ku “terorist” in.

24.02.2019, Paz - 09:35

Lavrov: Bi Tirkiye û Îranê re karên leşkerî li Sûriyê nakin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov berî serdana xwe ji Vêtnam û Çînê re di hevpeyîneke ligel televizyona Vêtnamî û Çînî ya Navendî ragihand, ti planên leşkerî ên hevbeş ên Rûsî, Tirkiyê û Îranî li ser xaka Sûriyê nîn in.

Lavrov got jî: Tirkiye nîgeraniya xwe derbarê gefên li ser ewlehiya derdibirîne, lê hikûmeta Sûriyê jî ji hebûna artêşa Tirkiyê li ser xaka Sûriyê nerazî ye.

Herwiha Lavrov tekez kir, ew wek Tirkiyê li rêxistinên Kurdî nanêrin û got: Ti hevnêrînên hevbeş ên Rûsya û Tirkiyê derbarê binavkirina rêxistinên Kurdî de tune ne.

Ev daxuyaniya Lavrov piştî wê yekê tê, Lûtkeya Soçiyê bi beşdariya serokdewletên Tirkiye, Rûsya û Îrana welatên garantor yên Sûriyê di 14ê Sibatê de li Rûsyayê bi rêve çû, li gor şopîneran Tirkiye xwast erêkirinekê ji bo operasyona xwe li ser Rojavayê Kurdistanê bidest bixe, lê Tirkiyê negihîşt aramca xwe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 936 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:08:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x