Wezîrên Derve yên Rûsya û Sûriyê dê roja Sêşemê bicivin

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dê roja Sêşemê 23ê Tebaxê li Moskowê bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîqdad re bicive.

20.08.2022, Cts - 06:37

Wezîrên Derve yên Rûsya û Sûriyê dê roja Sêşemê bicivin
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Rûsya ragihand ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad dê roja sêşemê 23ê Tebaxê de li Moscowê bicivin. Biryar e çareseriya siyasî û ajandaya Astane gotûbêj bikin.

Cîgirê Rêveberiya Ragihandin û Çapemeniyê ya Wezareta Derve ya Rûsyayê Ivan Nechaev diyar kir ku dê Lavrov û Mîqdad li ser mijarên girîng ên rojeva navneteweyî û herêmî dê bi berfirehî gotûbêj bikin.

Li gor Ivan Nechayeva, her du alî dê giringiyeke taybet bidin rewşa Sûriyê û derdora wê û tekezî li ser erkê pêşxistina lihevkirineke berfireh li komarê dikin.

Herwiha Nachaev di daxuyaniyê de got “Tê plankirin ku mijarên di rojeva formata Astanayê de, ji ber çavgirtina encamên civîna sêalî ya Rûsiya-Îran-Tirkiyê ku di 19ê Tîrmeha îsal de li Tehranê hat lidarxistin, û mijarên xebatên Destûra Bingehîn a Sûriyê bên gotûbêjkirin.”

Nûnerê Wezareta Derve ya Rûsyayê da zanîn ku, Lavrov û Mîqdad dê rewş û perspektîfên pêwendiyên piralî yên Rûsya û Sûriyê, kar û rêyên bihêzkirina hevkariyên pratîkî di warên cuda de binirxînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 555 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:29:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x