Zaxarova: Sûriye dê bibe dewleteke sekuler

Nûnera fermî ya Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku Sûriyeya nû dê bibe dewleteke demokratîk, sekulerû Moskow ji van prensîpan ti tawizan nade.

25.01.2017, Çar - 15:54

Zaxarova: Sûriye dê bibe dewleteke sekuler
Nuçe Belav bike

Nûnera fermî ya Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di hevdîtina xwe de li gel nûnerên dezgehên ragihandinê yên bîyanî ragihand ku Moskow projeyeke Destûra Sûrî amade kiriye û di hevdîtinên Astanayê de pêşkêşî aliyên hikûmet û dijbereyê kiriye.

Mariya Zaxarova got, ev ne destûreke temam e, lê tê de hin prensîpên giştî û yên bingehîn hatine destnîşankirin û hemû alî û pêklhatyên Sûrî dikarin li ser pêşniyaza me gengeşî bikin û guhertin û zêdekarî lê bikin.

Zaxarov da zanîn ku Moskow Sûriyeyê wek dewletekî demokratîk û sekulerî dibîne ku tê de mafî hamû kêmnetewe û mezheb û baweriyên cuda divê bêne parastin.

Peymanêrê Rûdawê bi bîr xist ku Tirkiye û çend komên dijbereyê dij in ku Sûriye bibe dewleteke sekuler û pirsî, gelo, ev nakokiya di navbeyna Tirkiye û Rûsyayê de wê nabin asteng, da ku dijbere pêşniyaza Moskow qebûl bike?

Di bersivê de Zaxarova got: “Li ser gelek mijaran Moskow û Enqere nakok in, lê ev yek nabe asteng ji bo hevkariyê. Dibe ku Tirkiye nexwazibe ku Sûrîye bibe dewleteke serkulerî, lê ew ev yek nayê wê wateyê ku Moskow dev ji vê prensîpê berde.”

Nûnera Fermi ya Wezareta Derve ya Rûsyayê bal kişand ser pêkhateyên neteweyî û olî yên Sûrî da zanin ku di rewşeka weha de nabe ku baweriyek dogmayên xwe li ser dîn û mezhebên din ferz bıke.

Zaxarova axaftina xwe weha domand: “Li Sûriyeyê misliman, xirîstiyan, di nava wan de jî mezhebên mîna sunne, şîe û gelek baweriyên din pêk ve dijîn. Gelo, eger Sûriye dewletekî ne sekuler be, dê li gor kîjan dînê, an jî mezhebê bê rêvebirin? Lewma jî, ji bilî lmaniyetê ti alternatîv ji bo Sûriyeyê nîne”

Li ser pirsekî ku aya di projeya Moskowê ya Destûra Sûrî de sîstemeke federal tê pêşbînîkirin an na, Mariya Zaxarova amaje kir, ku tenê gelê Sûrîye dikare bîryara şêwaza sazûmana dewleta xwe bide, Moskow di vê mijarê de wê ti şêwazan ferz nake.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1451 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:17:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x