Haydar Şeşo: Xelkê Sinûnê ji bo derketina YBŞ dem da

Fermandarê Hêza Parastina Êzidxanê Haydar Şeşo da zanîn ku xelkê Sinûnê li hemberî bombebaranê dilgiran bûye û heta roja Duşemê dem dane hêzên YBŞê yên nêzîkî PKKê ku ji herêmê derkevin.

16.06.2022, Per - 13:15

Haydar Şeşo: Xelkê Sinûnê ji bo derketina YBŞ dem da
Nuçe Belav bike

Droneke artêşa Tirkiyê duh Çarşemê 15ê Hezîrana 2022yan Encûmena Gel a Sinûnê li navçeya Şingalê du caran bombebaran kir. Çavkaniyekî ji nav Nexweşxaneya Sinûnê ji Rûdawê ragihandibû, di êrîşa kuştiyek û 10 birîndar hene.

Fermandarê Hêza Parastina Êzidxanê Haydar Şeşo beşdarî bernameya “Rûdawî Îro” ya televîzyona Rûdawê bû, ragihand, “Li navenda nahiya Sinnûnê xalên Yekîneyên Berevaniya Şingalê (YBŞ) û Asayişa Êzidxanê yên girêdayî du caran hatin bombebarankirin. Mixabin cihê hatin bombebarankirin gelek nêzîkî sûk û kargehan bû. Zarokek 11 salî dema ku di dikanê de bû di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest da.”

“Tirkiyê civîn kir hedef”

Haydar Şeşo diyar kir ku “di avahiya bombebarkirî de civîna hêzên YBŞê ya girêdayî PKKê” hebû û got, “Tirkiyê ev civîn kir hedef. Hin kesên di civînê de ji ber ku ne xelkê Şengalê bûn û ji bo ku nasnameya wan neyê eşkerekirin, naxwazin li ser hejmara mirî û birîndaran agahiyên zelal bidin. Em dizanin ku beşek ji beşdaran hêzên herêmî û YBŞê ne. Lê belê tu agahiyek min tune ku ew ji ku hatine û pileya wan çi ye. Ew ji Rojavayê Kurdistanê hatine yan ji Qendîlê hatine? Ez nizanim. Lê tî guman nîne ew ne xelkê herêmê ne. Ji bo ku civînên wiha mezin pêk werin pêwîst e kesek di asta bilind de amade be.”

“Bi dehan kuştî û birîndar hene”

Şeşo anî ziman ku di encama bombebarana firkoyeê bê firokevan ên Tirkiyê de “bi dehan kuştî û birîndar hene” û got, "Lê belê PKK' dibêje ku tenê zarokek hatiye kuştin. Şahidên bûyerê diyar dikin ku wan bi xwe herî kêm termê 4 kesan dîtine. Tê gotin ku 4 birîndarên birine nexweşxaneyên Mûsilê. Yek ji birîndaran li wir canê xwe ji dest da.”

Bi gotina Şeşo, xelkê Sinûnê û Şengalê, daxwaza derketinê hêzên girêdayî PKKê ji herêmê dikin, ji ber ku ev zêdetirî mehekê ye, bûne sedem ku firokeyên şer ên Tirkiyê deverên wan bombebaran bikin û bûne sedema kuştin û birîndarbûna sivîlan.

“Agahî ji nava PKKê digihê Tirkiyê”

Fermandarê Hêza Parastina Êzidxanê herwiha eşkere kir ku piştî bombebaranê şêniyên Sinûnê avêtin ser hinek binke û dezgehên girîdayî YBŞê û heta roja Duşema bê dem dane wan ku ji wê nahiya Şingalê derbikevin, an ew dê li hember vê yekê dê çalakiya xwe bidomînin.

Di heman demê de Şeşo derbarê civîna gel a Encûmena Gel a Sinûnê de çawa agahî ji Tirkiyeyê re hat dayîn wiha got: “Ne mimkun e ku gelê Şengalê li ser civîneke bi vî rengî û cihê wê agahiya wan hebe. Li Rojavayê Kurdistanê jî gelek civîn û xal dibin armanca êrişan. Ev agahî ji nava PKKê digihê Tirkiyeyê."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 693 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:09:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x