Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo kesên ku li derveyî welêt asê mane

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo welatiyên ku ji ber rawestandina geştên esmanî li derveyî welat asê mane, rêyeke çareseriyê ragihand. Li gorî daxuyaniyê, welatî dikarin bi rêya Tirkiyeyê vegerin û ji bo vê yekê divê serdana nûnertiyên Tirkiyeyê bikin.

17.06.2025, Sal - 12:47

Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo kesên ku li derveyî welêt asê mane
Nuçe Belav bike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê doh roja 16ê Hezîranê, derbarê çarenivîsa welatiyên ku ji ber aloziyên dawî li derveyî welat asê mane, daxuyaniyek belav kir û rêkarên vegera wan eşkere kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin, di encama hewlên berdewam ên Hikûmeta Herêmê de, ji bo vegera welatiyan li gel Tirkiyeyê hêsankarî hatine kirin.

Li gorî daxuyaniyê, divê welatiyên asêmayî li welatên ku lê ne, rasterast serdana nêzîktirîn balyozxane an konsulxaneya Tirkiyeyê bikin, da ku vîzeya tranzît a 72 saetan werbigirin. Bi vê vîzeyê, ew ê karibin bi rêya asmanî biçin Tirkiyeyê û ji wir jî bi rêya bejayî derbasî Herêma Kurdistanê bibin.

Şert û rêkarên sereke yên ji bo wergirtina vîzeyê:

Hikûmetê ji bo sûdwergirtina ji vê hêsankariyê çend xalên girîng destnîşan kirin:

Bilêta Firokeyê: Berî serlêdana vîzeyê, divê welatî bilêteke firokeyê ber bi Tirkiyeyê ve li ser yek ji kompaniyên asmanî yên Tirkiyeyê birîbe. Ne girîng e bilêt ji bo kîjan firokexaneya Tirkiyeyê ye.

Dem: Vîzeya ku tê dayîn tenê ji bo 72 saetan derbasdar e.

Rewşa Yasayî: Divê navê kesên ku serlêdanê dikin di lîsteya qedexekirî ya Tirkiyeyê de nebe û ti pirsgirêkeke wan a yasayî li wî welatî çênebûbe.

Pasaport: Kesên ku pasaporteke wan a din jî heye (wek a Domînîkayê), divê pasaporta xwe ya Iraqî jî bi xwe re bibin nûnertiya Tirkiyeyê.

Hêsankariyeke demkî ye

Hikûmeta Herêmê tekez dike ku ev hêsankarî demkî ye û heta vebûna asmanê Iraqê dê berdewam be. Herwiha ji bo welatiyan tîmên pêşwaziyê li Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl hatine amadekirin.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku hewlên ji bo dîtina çareseriyê ji bo welatiyên ku ev rêkar ji wan re ne guncaw e jî, bi awayekî tund berdewam dikin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 159 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:22:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x