Berdevkê Koşka Spî Alex Pfeiffer, derbarê nûçeyên êrîşa ser Îranê de daxuyaniyek da û ew nûçe red kirin. Pfeiffer li ser tora civakî ya “X” nivîsî: "Hêzên Amerîkayê pozîsyona xwe ya berevaniyê diparêzin û ev yek neguheriye." Herwiha destnîşan kir, Amerîka dê her dem berevaniyê li berjewendiyên xwe bike.
Li aliyê din, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand, wî biryar daye hêzeke zêdetir a leşkerî bişîne Rojhilata Navîn. Hegseth da zanîn, armanca sereke ya vê pêngavê parastina hêzên Amerîkî yên li herêmê ye û got: "Bi bicihkirina hêzên zêdetir, dê şiyana berevaniyê ya hêzên me xurtir bibe û di heman demê de em ê karibin kapasîteya hêzên xwe bi awayekî bibandor birêxistin bikin."
Ev pêngava leşkerî di demekê de tê, aloziyên di navbera Îsraîl û Îranê de gihîştine asta herî bilind.
Ajansa “Reuters” jî belav kir, Amerîkayê hejmareke mezin a firokeyên leşkerî, tankerên sotemeniyê û çend keştiyên firokehilgir şandine herêmê.
Herwiha kanala “ABC News” jî ji zarê berpirsekî Amerîkî yê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ragihand ku eger heye Amerîka hêzeke deryayî ya din jî bi piştevaniya keştiyên moşekavêj bişîne Rojhilata Navîn.