Dijwarbûna şerê navbera Îsraîl û Îranê, Serokê Amerîkayê Donald Trump neçar kir rojekê zûtir civînên Lûtkeya G7ê bicih bihêle.
Serokê Amerîkayê Donald Trump got:
"Neçar im vegerim. Gelekî girîng e. Dixwazim spasiya mazûvaniya Kanadayê bikim ku karekî gelekî baş kiriye.
Dibe ew ku tişta ez dibînim hûn jî bibînin. Divê bilez vegerim."
Trump berî vegera xwe xwestibû ku Tehran bê valakirin.
Şerê di navbera Îran û Îsraîlê de gihiştiye qonaxeke hestyar.
Axaftinên Balyozê Îsraîlê yê Amerîkayê Yechiel Michael Leiter li gel medyaya Amerîkayê jî wê qonaxa hestyar nîşan dide.
Yechiel Leiter got, “Dema rewş hinekî aram bû, şeva pêncşemê yan înê hûn dê hinek tiştên ecêbmayî bibînin ku operasyona Pager li ber çavê we sade xuya bike."
Şerê navbera Îsraîl û Îranê ketiye roja pêncemîn.
Îsraîlê saziyên leşkerî û etomî, jêrxana enerjiyê û televîzyona fermî ya Îranê bombebaran kirin.
Li gorî berpirsên Îranê, êrişên Îsraîlê heta niha bûne sedema mirina zêdeyî 220 kesan û birîndarbûna zêdetir ji 1200 kesên din.
Îranê jî zêdeyî 370 mûşekên balîstîk şandin bajarên Îsraîlê ku bûn sedema mirina 24 kesan û têkdana hinek jêrxana aborî ya wî welatî.