Li gorî medyaya Îranî, di pêywendiya telefonî de qala şerê Îran û Îsraîlê hatiye kirin.
Nêçîrvan Barzanî xwestiye ku civaka navneteweyî rêyeke bibandor û bilez bide ber xwe da ku rê li ber belavbûna nearamiya li herêmê were girtin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê jî spasiya berpirsên siyasî û rayedarên Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye ku wan “destdirêjiyên Îsraîlê” yên li ser Îranê şermezar kirine.
Li gorî medyaya Îranê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê ragihandiye ku heta “destdirêjiyên Îsraîlê” raweste ew dê operasyonên xwe bidomînin.